Dayika Leyla Atabay a girtî Ayne: Ger tecrîd rabe wê aramî bê welat

  • 09:12 12 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Dayika Leyla Atabay a girtî Ayne Atabay da zanîn ku ji bo aştî û aramî bê welat divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got divê daxwazên girtiyan bê cih û tecrîd bi dawî be.
 
Bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî be û binpêkirinên mafan yên li girtîgehê bên kirin di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dan destpêkirin. Grev di roja 47’emîn de ye û ji her derê piştgirî tê. Dayika girtiya bi navê Leyla Atabay a li girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê dimîne, Ayne Atabay banga rakirina tecrîdê û diyaloga ji nûve a bi Abdullah Ocalan re kir.
 
‘Ez û keça xwe hêzê didin hev’
 
Ayneyê diyar kir ku keça wê 25 sal in girtiye û sirgunê gelek girtîgehan hatiye kirin û got: “Ji ber vîrûsê hevdîtin hatin sînokirin. Saleke min keça xwe nedîtiye. Hefteyê em deh deqeyan di telefonê de diaxivin. Ev jî kêm e. Ez nizam keça min çawaye. Dîsa jî em hêzê didin hev. Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Ew jî dayike. Divê dayikan fêm bike. Me zarokên xwe bi zor û zehmetî mezin kirin. Bila girtî bên berdan.”
 
‘Bila deriyê girtîgehan vebibin’
 
Ayneyê bertek nîşanê sererastkirina qanûnî ya di 2020’an de hat çêkirin û 90 hezar girtiyên edlî jê fêde girtin û got: “Girtiyên siyasî ji ber têkoşîna maf û azadiyê hatin girtin. Berê deme aloziyek xeydanek hebûna pêşengên civakê diçûn çareser dikin. Erdogan serokomarê vî welatiye çima pirsgirêkan çareser nake. Kujerên jinan tecawizkarên zarokan tên efûkirin. Gelo zarokên me kirine? Girtiyên me çi kirine. Bila êdî deriyên girtîgehan vebibin.”
 
‘Ji kurdan re edelet tune’
 
Ayneyê destnîşan kir ku li vî welatî ji kurdan re edelet tune û wiha berdewam kir: “Kengê desthilatdarî bixwaze wê edelet pêk bê. Em welatiyên vî welatîne. Ger kurd û Tirk wekhev bijîn wê aramî bê û her tişt xweşiktir be. Em dixwazin her kes yek be. Dibêjin kurd tune. Kurd bi hezaran salane hene. Kes nikare vî gelî tune bike.”
 
‘Bila tecrîd bidawî be’
 
Ayneyê balkişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî daye destpêkirin û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û diyalog bê destpêkirin. Gelo girtî bela sedem ketine grevê. Bêguman derdê wan heye. 22 sal in Abdullah Ocalan girtiye. Her tişt girêdayê wî ye. Bila tecrîda li ser Ocalan bidawî be. Zarokên me girêdayê Abdullah Ocalan ne. Êdî bes e. Bila aramî bê vî welatî.”