'Êzidiyên ku vedigerin ser axa xwe dê jiyanek nû biafirînin'

  • 09:11 12 Çile 2021
  • Rojane
Nesrin Hisên - Viyan Saîd
 
ŞENGAL - Gelek malbatên êzidî ligel zor û zehmetiyan vegeriyan bajaroka Tilizerê,  niha hewl didin ku li vir jiyanek nû avabikin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku niha gelek pirsgirêk hene lê vegera êzidiyan û yekitiya êzidiyan dê wan pirsgirêkan ji holê rake. 
 
Êzidiyên ku li wargehan hatibûn bi cih kirin niha kom bi kom tên ser cih û warê xwe. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di sala 2020’î de banga vegerê li êzidiyan kiribû. Bi bangewaziyan gelek malbat vegeriyan. 7 meh in şêniyên li bajaroka Tilizerê kom bi kom vedigerin ser axa xwe. Heta niha nêzi 400 malbat hatin bajarokê. 
 
Beyo Hisên û Kewê Sileman Milkoku jî kesên ku vegeriyan cih û warê xwe. Her du jin niha li bajaroka Tilizera Şengalê dijîn. Beyo û Kewê ji ajansa me re behsa pirsgirêkên xwe kirin.   
 
'Axa me pîroz e'
 
Beyo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku jiyane û got: "Ez li bajaroka Tilizera Şengalê dijîm. Roja ku em vegeriyan ser ware xwe heta îro em zehmetiyan dijîn. Ev 7 meh in em vegeriyanê, lê hikûmeta Iraqê pewîstiyên me jiyanî pêk ne aniye û alikarî nadin me. Me edî nedixwest em wargehên penaberan bijîn, ev der ne cih û warê me ye. Mirov dema li cih û warê xwe bijî ev tişt beranberê her tiştî ye. Em îro ser ax, mal û waren xwe dijîn. Axa me cihe me yê herî pîroz e. Di roja destpêke heta îro zehmetiyên ku em dijîn gelek hene. Bi taybetî jî pirsgirêka sereke jî kehrebê û ave. Lê heta niha jî ev pewîstî gorî tê xwestin li ser sekinandin çêne bûye. Dibe ev pewîstiyên me pêk werin ku gel hin zedetir vegerin ser axa û ware xwe.”
 
'Iraqê me wekî welatî nabîne'
 
Kewê wiha behsa xwe ya vegerê kir: "Piştî ku em ji wargehê derketin em hatin li gundê Digurê bi cih bûn. Lê ji ber ku cih warê me nebû me berê xwe da bajaroka Tilizerê. Ne tenê em gelek malbat vegeriyan ser axa û warê xwe. Hatina me girîng e lê belê pirsgirêkên me jî hene. Niha pirsgirêka me ya serekê jî av û kehrebê. Ava li vir pir qerêj e. Hikûmeta Iraqê heta me wekî welatiyên xwe nabîne û ji bo me tiştek nake. Ji bo avakirina gudan heta niha tu gav neavêtiye."
 
'Zehmetiyên ku em dijîn gelek in'
 
Kewê, destnîşan kir ku gelek pêwistiyên me hene û wiha dom kir: "Bi taybet zarokên me jî di aliyê xwendinê zehmetiyan dijîn. Heta niha dibistan nehatin çêkirin û zarokên me nikarin xwendina xwe berdewam bikin. Di heman demê de nexweşxanê jî nehatiyê çekirin. Hevjînê min jiyana xwe ji dest daye. Gelo ez ê çawa bi tenê serê xwe biçin nexweşxaneya Şengalê. Divê li vir nexweşxane bên avakirin û bijîşk bên peywîrdarkirin."
 
'Divê êzidî vegerin ser axa xwe'
 
Kewê, diyar kir ku divê çi dibe bila bibe êzidî bila vegerin ser axa xwe û wiha got: "Em bi xwe gelê vî axa ne pewîst dike ku xwedî li vî axê derkevin. Pewîst dike gelê me ligel hemû xweşî û nexweşiya heyî vegerin ser axa xwe. Heger civaka me vegere ser axa xwe em dikarin waren xwe ava bikin. Dervayî şaredariya me tu kes alîkarî nade me. Şaredarî jî li gorî derfetên di destê xwe de alîkariya dide şêniyên xwe. Lê ev têre nake. Heviya min ew e ku her kesek xwe li vê civakê bike xwedî û bedeng nemîne. Di heman demê de ez bang li êzidiyên ku li kampan dijîn dikim ku vegerin ser cih û waren xwe.”