Dayika Aştiyê Nurê: Her kêliya jiyanê bi têkoşînê hatiye honandin

  • 09:03 12 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren  
 
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nurê Tarlak bi sala ne li dijî gef û zordariyan têkoşînek dide û wiha dibêje: "Em dayik in dayikên aştiyê ne. Ligel hemû dijminahiyan me bi israr got aştî. Niha ji daxwaza me neguheriye. Şikandina tecrîtê wê bi xwe re aştiyê jî bîne. Ev tişt jî dê piştgirî dayîna me ya greva birçîbûnê pêk bê."
 
Li ser vê erdnegariyê tu carî pevçûn kêm nebûne. Bi taybet jî jin ji van şer û pevçûnan bi bandor bûne û yên ku herî zêde li dijî şer ala spî hildane jî jin in. Yek ji wan jinan endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nurê Tarlak e. Nûrê di têkoşîna azadiyê ya 40 sal in didome de berxwedaneke mezin da. Em ê hem li ser berxwedana Nurê rawestin û hem jî daxwazên wê bînin ziman.  
 
Nurê Tarlak (55) li gundê Çolê ya Nisêbînê ji dayik bûye piştî ku hat zewicandin koçberê Îzmîrê dibe. Ji ber ku wan salan gelek gund hatin valakirin û hatin şewidandin, welatî jî ji neçariyê koçber dibûn. Dema koçber dibûn jî bi xizaniyê re jiyana xwe didomandin. Malbata Nurê jî ji wan malbatan bû. Malbat li metrepolan ji bo debara malê bi hev re dixebitin. Nurê û hevjînê wê li kolanan mîdye difirotin û zarokên xwe didan xwendin. Têkoşîna xwe ya jiyanê li bajarên biyanî bi vî rengî berdewam kirin. Dema li welat şaredarî ket destê kurdan êdî biryara vegerê girtin. Nurê û malbat berê xwe dan Nisêbînê. Piştî demekî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide û bi tena sere xwe zarokên xwe mezin dike.
 
‘Her kêliya jiyanê bi têkoşînê honandiye’
 
Nurê di heman demê de li Nisêbînê dest bi kar û xebatên siyasî yên partiyê dike. Bi awayek çalak di nava Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de kar dike. Êdî her roj di hemû çalakiyan de cih digire û zarokên xwe ji dide xwendin. Nurê dibêje her kêliya jiyanê me bi têkoşînê hatiye honandin û ev şeklê herî xweş yê renk dide hebûna me ye. Nurê wiha berdewam kir: “Bi hatina me ya Nisêbînê re tundî û gefên dewletê ji dest pê kir û tucarî nehêştin em xweşiyê bibînin. Lê ev ji nayê wê wateyê ku em paş ve gav bavêjin. Heya dawî ji me vê têkoşîna xwe da berdewam kirin. 2 zarokên min jî ji bo nasnameya xwe her roj dihatin binçavkirin. Lê ez hertim di vî alî de van êrişan dinirxînim. Zarokên min ji tucar paş de gav neavêt û nasnameya xwe parastin.”
 
'Ligel hemû dijminatiyan me aştî xwest’
 
Di serî de kurê Nurê Murat Tarlak digirin û cezayek giran lê tê birîn. Murat ji ber tundî û îşkenceyên di girtîgehê de lê tê kirin û ji ber bê hiqûq hatiye girtin bi şeklek ji girtîgehê dreve û xwe digihîne rojavayê Kurdistanê. Kurê wê  Necdet Tarlak ku bijîşkiyê qedandibû hat girtin û 18 sal ceza lê hat birîn. Tê zanîn grevên birçîbûnê yên dorveger û bê dem di girtîgehan de dest pê dike û Necdet ji yek ji wan çalekvanan e ku banga şikandina tecrîtê dike. Ew beriya niha ji bi qasî 3 mehan ket greve. Nurê di wan pêvejoyan de bi Dayikên Laçikspî re di rêza pêş de cih girt. Ji bo tecrît bişkê bi dayikan re têkoşînêke bê hempa dan. Nurê têkildarê grevan wiha dibêje: “Em dayik in dayikên aştiyê ne. Ligel hemû dijminahiyan me bi israr got aştî. Niha ji daxwaza me ne hatiye guhertin. Şkandina tecrîtê wê bi xwe re aştiyê bîne. Ji bo pişgirî dayîna çalakiyan me ji Mêrdînê heya Enqerê em çûn Meclîsê Me lêdan xwar, weke dayik em rastî hemû nêzîkatiyên xerab hatin.”
 
‘Divê bere her tiştî em yekbin’
 
Nurê dibêje em li ser vê axê kes bê êş nîne û wiha berdewam  dike: “Bê guman yan em li ber deriye girtîgehan, yan li benda xebera şahadetê ne yan ji li ser goristana ne. Em dipêjin ev yek qeder nîne, bi deste me ye. Ger em yekitiyek ava bikin wê kes nikaribe xwîna me birijîne û zirerê bide nirxên me. Niha di girtîhena de tecrît heye û li aliyê din ji şerê navxweyî ru daye. Gelo dîmen çiqas rewnaqe. Pêwîste berxwedana me ji bere gurtir be. Em her roja diçîn divê em gav paşde neavêjin. Bi taybet ji jin. Têkoşîna herî binirx didin û divê hêza xwe zêdetir bikin. Bê guman em ê bi vî rengî tecrîtê bişkînin, şerê navxweyî bidin rawestandin û aştiyê ji bînin. Em weke dayikên aştiyê heya dawî têkoşîna xwe bidin berdewam kirin.”