ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 12 Çile 2021
  • Rojev
*Li gor çanda kevnar dema baran nabare Bûkên Baranê tên amadekirin û zarok li kuçeyan digerînin. Yek ji jinên ku vê kevneşopiyê didomînin Hemdiya Kûtê diyar kir ku li Til Temirê ew vê kevneşopiyê didomînin û got pêwist e ew xwedî li girîngiya vê çandê derkevin. 
DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Ibrahîm derbarê pêwîstiya vekirina odeya xwendinê ya li dibistanan de nêrîna xwe anî ziman. Avestayê ev tişt got: "Ji bo zarok meraqa xwe ya xwendinê pêk bînin hêviya me ew e ku di her dibistanekê de odeya xwendinê bê vekirin." DÎMEN HEYE 
 
* Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nurê Tarlak bi sala ne li dijî gef û zordariyan têkoşînek dide û wiha dibêje: "Em dayik in dayikên aştiyê ne. Ligel hemû dijminahiyan me bi israr got aştî. Niha ji daxwaza me neguheriye. Şikandina tecrîtê wê bi xwe re aştiyê jî bîne. Ev tişt jî dê piştgirî dayîna me ya greva birçîbûnê pêk bê." BI DÎMEN 
 
*Koçerên ku li gundê Dêra yê navçeya Hezexê konên xwe danîne, ji ber şert û merên zivistanê di konan de zahmetiyan dijîn. Jinên koçer diyar kirin ku jiyana koçeriyê gelek xweş e lê li gel vê xweşiyê zahmetiyên wê jî zêde ne.  DÎMEN HEYE
 
* Aktîvîstên mafê jinan diyar kirin ku piştî êrîşên li hember Peymana Stenbolê der barê rêgeha ‘îfadeya jinê esas e’ manupulasyon hene û di rewşên ku ev rêgez pêk nayê de teşhîr dibe alava parastina cewherî.  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Turan diyar kir ku li Tirkiyeyê di 2020’an de bi şert û mercên pandemyê re kuştinên jinan zêde bûne û li Tirkiye di 10 salên dawî de li seranserê Cîhanê hatiye asta herî şûnde ketî ya azadiyan. Sîpanê her wiha bi lêv kir ku zîhniyeta jin hespê malê kir û serî pê da tewandin kujer jî afirand. DÎMEN HEYE
 
*Gelek malbatên êzidî ligel zor û zehmetiyan vegeriyan bajaroka Tilizerê,  niha hewl didin ku li vir jiyanek nû avabikin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku niha gelek pirsgirêk hene lê vegera êzidiyan û yekitiya êzidiyan dê wan pirsgirêkan ji holê rake.  BI DÎMEN 
 
*Dayika girtî Ayne Atabay da zanîn ku ji bo aştî û aramî bê welat divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got divê daxwazên girtiyan bê cih û tecrîd bi dawî be. BI DÎMEN 
 
*Ew ê li Şehbayê semîner bê lidarxistin. (11.00)
 
*Çalakiya konê piştgiriya ji bo berxwedana zindanan dê li Qamişloyê bidome. (12.00)
 
*Ew ê ciwan li Hesekê konê piştigiriya berxwedana zindanan li Hesekê vedin. (1100)