Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin

  • 08:59 12 Çile 2021
  • Rojane
BEDLÎS - Li 10 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin.
 
Li Bedlisê ji bo operasyoneke leşkerî ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve li 10 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin. Hat hînbûn ku piştî îlankirina qedexeyê sewqiyeteke zêde ya leşkerî derbasî gundên qedexe hat kirin.