Kongreya Star têkildarî kiryarên li ser jinê komxebat li dar xist

  • 14:28 11 Çile 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyana xwe biparêzin” komxebatek li dar xist. 
 
Hemleya Kongreya Star a ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyana biparêzin” bi dawî dibe. Bi vê armancê Kongreya Star çalakiya xwe ya dawiyê ya vê hemleyê bi komxebatekê bi dawî dike. Komxebat li hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna 70 delegeyên jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên Weqfa Jina Azad, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya ser Jinê, jinên ji Partiyên Siyasî û hemû Rêxistinên Jina pêk hat. Komcivîn wê li ser du beşan dest bi nirxandinên xwe bike, beşa yekem wê li ser dagirkerî û qirkirina jinê be. Beşa duyem jî wê komkujî û kiryarên ku li dijî jinê hatiye kirin, binirxîne.  
 
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê di komcivînê de dest bi nirxandinên beşan hat kirin.  Beşa yekem ji komcivînê dagirkerî û qirkirina li dijî jin, ji aliyê Endama Konseya Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD )Foza Yûsif ve hate nirxandin. 
 
'Mijara tundiyê xwedî dîrokeke pir dirêj e'
 
Foza di destpêkê de derbarê rengên tundiyê de nirxandin kir û wiha pê de çû: “Heta niha em weke jin di rewşên zehmet re derbas dibin, ji ber di civaka me de heta niha tundiyeke dijwar ser jinan tê meşandin. Mijara  tundiyê xwedî dîrokeke pir dirêj e, temenê wê bi hezarê sala ye û sedemên wê jî vedigerin pirsgirêkên civakî , çandî û siyasî. Di civakan de yekem car jin rastî tundiyê hatiye, jin her dibû koleya zîhniyetên desthilatdaran. Niha jî aloziyeke pir mezin di Rojhilata Navîn û cîhanê de heye, jin bi her rêbazan bi tundiyê re rû bir û dimînin. Dibe ku tundî ne tenê li ser bedena jinê bê kirin, lê belê tundiya derûnî, siyasî, civakî, qanûnî, malbatî û zîhnî rêbazên cuda yên vê tundiyê ne. Ya ku em baş dizanin û pê bawer in ku ev tundî di navbera tevahî  jinan de hevbeş e.”  
 
'Şerê li Sûriyeyê hişt ku tundiya ser jinê kûrtir bibe'
 
Foza bal kişand ser tundiya ku di tevahî Sûriyeyê de li ser jinan tê kirin û wiha domand: "Em di nava şerekî dijwar de dijîn, şerekî ku pergala jinan hedef digire. Berî şerê li Sûriyeyê jî tundî li jinan dihat kirin ev tundî jî bi rêbazên cuda xwe dida der, weke tundiya qanûnî, civakî, ji mafê xwe dûrxistin li jinan dihate kirin. Şerê Sûriyeyê hişt ku ev tundî kûrtir bibe û şaxên wê jî li dijî jinan fireh bibe, ji ber jinan nikarîbûn hêza xwe bi rengekî rast bipejirînin.  Gelek jin rastî tecawîz, qetîlkirin û komkujiyan hatine. Jin di vê merheleyê de jî rastî tundiya malê jî hatin û bandor li ser têkiliyên malbatî jî kirin. Dagirkerî û êrîşên ku ji aliyê hêzên hegemon ve ser jinê tên meşandin,  bandor li ser derûnî û rewşa jinê ya di civakê de kir.” 
 
'Dagirkerî kûrahiya zîhniyeta mêrê serdest dide diyarkirin'
 
Foza destnîşan kir ku tundiya ku di şern de ser jinan tê meşandin  û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şer komkujiya herî mezin e di derheqê mirovahiyê de û taybet jî jin. Zîhniyetên desthilatdar jinê di şer û pevçûnan de weke koleya xwe dibînin, jinan êsîr digirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Armanc ji van kiryaran jî ew e ku wê civakê di riya kolekirina jinê re ji hev bixin. Jinan bi rêbazên derveyî exlaq hedef digirin, bi vî rêbazî  jî dixwazin derbeyekê li kûrahiya wê civakê jî dixin. Jin mîna avakera civakan tê nasîn, ger jin di civakê de kole be wê nikaribe pêşerojeke azad ava bike. Mînak êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Şengalê nimûneya vê tundiyê bû. Bi êrîşên li ser Şengalê destpêkê civak di qirkirinê re derbas kirin, paşê jî dest bi qirkirina çandî û zihnî kirin.  Dagirkerî kûrahiya zîhniyeta mêrê serdest dide diyarkirin. Mijarên tundiyê ne tenê li ser jinan tê kirin, bi vê yekê re mêr jî wê mecbûrî koletiyê dikin û bê îrade dimînin.  Mêrên ku nikarin li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, zîhniyeta xwe ser jinan didin ferzkirin. Jina tundiyê qebûl dike, dibe alîgirê geşbûna vê tundiyê.  Nifşên ku di bin tundiyê de mezin dibin wê bê vîn bimînin. Zîhniyeta mêr û dagirkerî hevdû digire û bi rengekî hevbeş tundiya xwe li ser jinan didin ferizkirin.”
 
'Dewleta tirk azadiya jinê weke tehdîdê dibîne'
 
Foza di nava nirxandinên xwe behsa êrîşên li ser sîstem û pergala jinê kir û ev tişt got: “Li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî destkeftiyên jinan hatin hedefgirtin.  Efrîn weke yekem bajarê di Sûriyeyê de gelek destkeftî di aliyê pêşengtî û wekheviya jinê de bi dest xist. Efrîn di aliyê civakî de vekirîbû û mîrasekî dewlemend yê jinê tê de hebû. Efrînê nimûne bû ji bo tevahî jinên Sûriyeyê bû. Di Bakurê Kurdistanê de jî dewleta tirk bi şerekî li dijî jinan, li wir jî  hejmara tundiya ser jina zêde ye. Bi hezaran jinên siyasetmedar di zindanên Tirkiyeyê de ne, vê yekê hişt ku gelek jinên ku tundî di zindanan de li wan tê kirin jiyana xwe ji dest bidin. Li Tirkiyeyê jin bi rengekî eşkere tên qetilkirin, dewleta tirk dijminê jinan e û ev yek di Efrînê de baş diyar bû. Dewleta tirk azadiya jinê weke tehdîdê li ser sîstema xwe dibînin.”  
 
‘Pêwîst e jin ji bo parastina xwe amade bin’
 
Foza wiha nirxandinên xwe bi dawî kir: “Pêwîst e hemû jin ji bo parastina xwe amade bin û bi fikrê xwe jî li dijî wê şer bikin. Divê jin neyên xapandin û bi hev re li dijî tundiyê têbikoşin.  Civaka ku tê de jin nikrîbe serê xwe hilde, wê her mîna pariyekî di devê sîstemên terorîst de be.”
 
Bi dawîbûna vî beşê re, jinên beşdarvan ev mijar bi hev re nîqaş kir.