Li Kerboranê 5 welatî hatin binçavkirin

  • 10:36 11 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Kerborana Mêrdînê 5 welatî serê sibehê hatin binçavkirin. 
 
Cendermeyan serê sibêhê li Gundê Xelîla yê navçeya Kerboranê ya Merdînê bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran di serdegirtinê de bi hinceta ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin Emîne Gevcan (66) û lawê wê Hakîm Gevcan (33), Nezîr Dûman (55) û Fihriye Ercan (74) binçav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Qoserê jî polîsan bi ser mala keça Emîne Gevcan, Arjîn Gevcan (24) de jî girtin û ew binçavkirin.
 
Hat hînbûn ku kesên ku hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê.