Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê ket roja 41'an

  • 10:25 11 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 41’an de berdewam dike.
 
Çalakiya ku 41 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.