Li Mexmûrê koma 13’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:18 11 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, ji hêla koma 13’emîn ve çalakî hat dewir girtin. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 13’emîn dewir girt. 
 
Li ser navê koma 12’emîn çalakvan Qutbedîn Amed axivî û got: “Di serî de serkeftinê ji bo hevalên xwe yê koma 13’emîn dixwezin. Her wiha mafên girtiyên zîndanan her roj tê bin pê kirin. baweriya me heye ku emê bi van çalakiyên xwe ve bi ser bikevin. Emê her tim li ber xwe bidin û çalakiyên xwe jî tu carî nesekînin.”
 
Merasîm bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Zîndanan" bi dawî bû.