'Leyla Guven ji bo me sembola jina azad e'

  • 10:11 11 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Kongreya Star a bajarê Kobanê Edle Bekir têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û berxwedana çalakiya greva birçîbûnê nirxandin kir. Edlayê wiha got:"Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven û çi bê xwestin em ê bikin. Leyla Guven ji bo me sembola jina azad e." 
 
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de girtiyên di zindanên Bakur û Tirkiyeyê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Têkildarî mijarê Endama Kongreya Star a bajarê Kobanê Edle Bekir nirxandin kir.
 
'Leyla Guven ji bo me sembola jina azad e'
 
Edleyê di destpêka axaftina xwe de berxwedana girtiyên di zindanan de silav kir û wiha pê de çû: "Demeke dirêj e li dijî tecrîdê berxwedan tê meşandin. Em vê berxwedanê silav dikin û piştgiriyê didên. Girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven vîna Gelê Kurd bi taybet ya jinan dike armanc. Leyla Guven li hember siyaseta dewleta tirk  serî hilda. Em di wê baweriyê de ne ku wê Leyla her tim berxwedanê ji xwe re bingeh bigire. Bi girtina Leyla re dewleta tirk xwest tirsekê bike nava jinan, da ku êdî tu jin serî li hember siyaseta wê hilnede û timî bê deng be. Lê wê tu carî jin teslîm nebin berovajî wê, em ê hertim têkoşîn bikin. Îro em dibînin jin li Bakurê Kurdistanê li beramberî polîtîkaya dewleta tirk çalakiyên cur be cur li dar dixin û daxwaza berdana Leyla Guven dikin.  Her kes dizane ku girtina Leyla Guven ne biryarek hiqûqî ye, dewleta tirk hemû zagonan binpê dike. Gelek girtiyên siyasî di hundir girtîgehên tirkiyeyê de bê sûc ceza li wan hatine birîn. Ruxmî zext li ser gelê Bakur heye, lê dîsa jî li hember van zextan berxwedaneke bêhempa di hundir zindanan de tê meşandin. Hemû mirovên ku di hundir girtîgehan de li ber xwe dide û teslîmkariyê napejirînin, em piştgiriya berxwedana wan dikin. Leyla Guven bi berxwedana xwe hişt ku deriyê Îmraliyê bê vekirin û parêzer serdana Rêber Apo bikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven û çi bê xwestin em ê bikin. Leyla Guven ji bo me sembola jina azad e."
 
'Li dijî tecrîdê têkoşîn tê kirin'
 
Edleyê di domandina axaftina xwe de da zanîn ku jiyana girtiyan li tirkiyeyê di xeteriyê de ye û wiha bi dawî kir: "Girtiyên ku daxwaza azadiyê dikin, rojane rastî işkenceyên cur be cur tên û di heman demê de  jiyana wan di xeteriyê de ye. Hemû dewlet li hemberî van îşkenceyan bê deng in, bêdengiya wan dide diyarkirin ku hevkarên hev in. Berxwedana niha li girtîgehan tê kirin bi xwe gaveke serkeftî ye û em hêza xwe ji wan digirin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro jin di hemû qadan de xwedî rol û mîsyon in. Bi berxwedana girtiyan û ya Leyla Guven em ê Rêber Apo azad bikin, tecrîdê bişkînin û dagirkeriyê têk bibin. Em hemû şagirtên Rêber Apo ne, jin hemû li ser ramanên Rêber Apo hîn bûne û li ser vê bingehê kar û xebata xwe di nava civakê de bi rêxistin dikin. Dewleta tirk di kesayeta jinên siyasetmedar de dixwaze vîna gel bide şikandin, civakê xirab bike û şoreşê têk bibe. Jinên ku li dijî pergala AKP û MHP'ê serî hildidin tên girtin û ceza li wan tê birîn. Îro dem dema azadiyê ye, divê em Rêberê xwe azad bikin û azad bijîn. Banga min ji tevahî gelên azadîxwaz re heye ku li dijî dewleta tirk li ser piyan bin û xwedî li berxwedana Leyla Guven derkevin. Em hemû jin li ser şopa Leylayê ne."