Canan Gullu: Peymana Stenbolê wek koz di destên xwe de digirin

  • 09:12 11 Çile 2021
  • Rojane
ENQERE - Seroka TKDF’ê Canan Gullu da zanîn ku hikûmet nîqaşên vekişandina Peymana Stenbolê ji bo dema pêş wek koz di destê xwe de digire û got di 2021’ê de hedefa wan ev e ku pêşî li şîdetê bigirin û di TCK’ê de venasîna şîdetê bê guherîn, ji rewşa baş daxistina cezayan bê betalkirin.
 
Di roja dawî ya 2020’an de 4 jin hatin qetilkirin û di saetên ewil yê 2021’ê de jî vê qetilkirinê berdewam kir. Hikûmet jinan naparêze û qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Nîqaşên der barê rakirina Peymana Stenbolê de û biryarên darazê jî bê guman şîdetê girantir dikin.
 
Ji Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gulu der barê sala nû, tedbîrên li dijî şîdetê û Peymana Stenbolê de nirxandin kir.
 
Cananê destnîşan kir ku ji 2019’an heta niha qetilkirin jinan gelek zêde bûye û di 2020’an de rewş giran bûye. Cananê got: “Ji ber vîrusa korona xizanî û newekhevî zêde bû. Di serê 2021’ê de em dîsa bi qetilkirina jiyan şiyar bûn. Ev mixabin bandora zîhniyet û pergala bêcezabûnê ye. Zimanê siyasetê naguhere û her tim jin tune tên hesibandin.”
 
‘Pergaleke ku jinan diparêze tune’
 
Cananê daxuyakirin ku tevî hikûmetê Peymana Stenbolê îmze kiriye jî jin, zarokan û LGBTÎ’yan naparêze û wiha pê de çû: “Divê hejmara stargehan têr bike. Dema jinek diçe cem hêzên ewlehiyê divê cih hebe ku ewlehî wa bibe stargehê. Herî zêde jî di pêvajoya Covîd 19 de. Ger hejmara stargehan têr nebe, divê mexdur bê parastin. Ji bo şîdet lê neyê kirin divê tedbîr bên girtin. Mixabin pergaleke ku jinan diparêze tune ye.”
 
Cananê diyar kir ku ji bo parastina jinan Peymana Stenbolê gelek girînge û ev tişt anî ziman: “Çar lingê wê hene. pêşîgirtin, parastin, polîtîka û lêpirsîn. Der barê pêşîgirtinê de veguhertinek zîhnî nayê kirin. Pêvajoya cezakirinê ne serkeftî ye. Di pêvajoya lêpirsînê de jî ji xwe bêcezabûn jinan bê çare dihêle. Teşeyê qetilkirinê jî zêde bûne. Mînak qetilkirina Ceren Ozdemîr, Emîne Bulut. Cureyên qetilkirinê jî tundtir bûne.
 
‘Melek Îpek bihata parastin wê îro gumanbar jî nehatiba kuştin’
 
Cananê bal kişand ser Melek Îpek a parastina cewherî pêk anî û hevjînê xwe kuşt û got: “Min îfadeya wê xwend. Mucîzeye ku vê jin evqas li ber xwe daye. Ger ji serî de Melek bihata parastin û jiyanek wê ya bi ewle hebûya wê wisa nebûya.”
 
‘Wek koz di destê xwe de digirin’
 
Cananê nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê nirxand û bi lêv kir ku herî dawî digotin wê di meha tebaxê de bê rakirin û got: “Demek dirêje deshilatdarî di mijara Peymana Stenbolê de bi pirsgirêke. Demek dirêj bû aliyên diyarkirî û çapemeniyê nerehetiya xwe dianîn ziman û peyman hedef digirtin. Saziyên jinan û rêxistinên pîşeyî di her derfetê de digotin vekişandina ji peymanê tê wateya ji demokrasiyê vekişîn. Her kesî got ku bi vê re Peymana Rakirina Newekheviyên li dijî Jin û Zarokan (CEDAW) jî hedef bê girtin. Ji wê rojê şûnde hîna tiştek nehatiye rojevê. Bawer im wê ji bo hilbijartinên 2023’an wek koz bê bikaranîn.”
 
‘Xeta Alo 183 bê bandore’
 
Canê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku xeta şîdetê Alo 183 bi taybet ji ber di xebata çalakiya 2020-2024’an de cih digire bê bandor e û got: “Di qanûna 6284’an de tê gotin ku divê xetereke di bin kontrola pisporan de hebe. Me di dema Covîdê de bang kir ku xeta Alo 183 qels e. Wezaretê got ‘em kapasîteya wê berfireh dikin’. Lê niha ew xet peywira piştgiriyê dibîne. Wezaret berê jinan dide Pêkanîna Piştgiriya Lezgîn a jinan. Lê KADES jî tenê di telefonên androîd de heye. Lê divê em bizanibin ku her jinek ne xwedî telefonên di warê teknolojîk de pêşketî ne. Em behsa xizanya jinan dikin.
Cananê balkişand ser qanûna ku di rojên borî de ji meclîsê derbas bûye jî û bi lêv kir ku ev qanûna ku pêşiya tayînkirina qeyûm a ji bo Saziyên Civaka Sivîl (STK) vedike, ne tenê li ser rêxistinên jinan wê bandorê li ser hemû STK’yan bike.
 
Plana TKDF’ê ya 2021’ê
 
Cananê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya hedefên sala 2021’ê û got di 2021’ê de hedefa wan ev e ku pêşî li şîdetê bigirin û di TCK’ê de venasîna şîdetê bê guherîn, ji rewşa baş daxistina cezayan bê betalkirin. Her wiha Cananê diyar kir ku qada wan ya têkoşînê ya duyemîn di hilbijartinan de jin di mekanîzmayên biryarêde cih bigirin û nûneriya jinan zêde bibe.