'Xwedî li çalakiya me derkevin'

  • 09:06 11 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Xezal Polat ku kurê wê Kemal Polat, li girtîgehê di çalakiya grevê de cih girt got: “Heta ku tecrîd ji holê rabe wê ev çalakî bi domîne. Kurê min got ku ew li vir têkoşîna xwe berdewam dikin û ji me re jî got 'hûn jî li wê bi têkoşînê li çalakiya me xwedî derkevin' û banga hestiyariyê kir."
 
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya  Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Têkîldarî grevên birçîbûnê bangawaziyên malbatan ji bo piştgirî û xwedî derketina li çalakiyê jî didomin.
 
'Xwedî li çalakiya me derkevin'
 
Xezal Polat ku kurê wê Kemal Polat li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne û di koma 4’emîn a grevç de cih girtiye, got kurê wê bi rêya telefonê ragihandiye ku heta tecrîd ji holê ranebe ew ê çalakiya xwe berdewam bikin û gotinên kurê xwe wiha bi lêv kirin: “ Em li vir têkoşîna xwe berdewam dikin, hûn jî li derve têbikoşin û xwedî li çalakiya me derkevin. tedawiya girtiyan nayê kirin, dermanên wan nadin, xwarin û pêdiviyên ji bo grevên birçîbûnê wekî karbonat û ava bi şekir û bi xwê nayê dayîn.  bi ser qawîşan de tê girtin û gefan li me dixwin. Her wiha hin girtiyên ku bi malbatên xwe re bi rêya telefonê derbarê grevê de axivîne jî xistine hucreyan."
 
‘Kurê min nebirin dadgehê û xistin girtîgehê’
 
Xezal anî ziman ku 4 sal berê polîsan bi ser mala wan de girtine û ligel kurê wê hemû malbat û hin xizmên wan binçav kirine. Xezalê wiha got: “Wê demê keça min jî ligel me bû û nehiştin pitika xwe jî bibe. 12 rojan em di bin çavan de hiştin. Tu sûcek jî li holê tunebû lê ji bo ku sûc biavêjin ser kurê min komployek wisa meşandin. Bi vî awayî piştî ku me serbest berdan, kurê min nebirin dozgeriyê û dîrek kirin girtîgehê.”
 
'2 caran cezayê muebetê yê girankirî danê'
 
Xezalê diyar kir ku di pêvajoya binçavkirinê de hertim îşkence li kurê wê hatiye kirin û wiha pêde çû: " Di bin çavan de gelek caran jê re gotine PKK'yîyan malbata te kuştiye. Ji bo ku sûc lê bar bikin îşkence lê kirin. Her wiha gelek caran bi gefan re rûbirû ma. Hertim doza wî dihat taloqkirin. Kurê min wek qurban hat bijartin. Di dosyaya wî de tiştek nîne lê cezayê muebetê yê girankirî danê."
 
'Wan dikin hucreyê'
 
Xezalê got kurê wê di çalakiya grevê ya 2018 û 2019'an de 120 roj di greva birçîbûnê de mabû û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Hertim cezayê dîsîplînê, telefonê didin û wan dixin hucreye. Kurê min yek ji girtiyên nexweş e. Di gurçîkên wî de pirsgirêk hene. 2 sal berê jî di grevên birçîbûnê de cih girtibû. Beriya wê jî ketibû grevê ango hertim tevlî grevan dibe.Wê  demê jî hem malbat hem jî girtî pir êşîya bûn. Gelek xesar di organ û laşê wan de mabû. Niha jî ji bo tecrîda li îmralîyê û ji bo wan zilm û tahdeya li wan tê kirin girtî di grevê de ne. Li dijî çalakiya grevên birçîbûnê, wan dixin hucreyan."
 
'Em ê li pey daxwaza zarokên xwe biçin'
 
Xezalê di dawiya axaftina xwe de banga hestiyarî û piştgiriyê kir û wiha got: "Em ê li pey doza wan û daxwaza wan bibin. Divê em wan biparêzin û xwedî li çalakiya wan derkevin. Ji bo doza me di greve de ne. Banga min ji bo malbat û civakê ye ku em li pey zarokên xwe biçin. Heke ew tecrîd rabe dê ew zilm û zordariya li ser gelê me jî rabe."