'Cezaya li kûjer Hisên Ebdo Ebas hat birîn di cih de ye û qanûnî ye'

  • 09:03 11 Çile 2021
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên ku beşdarî platforma darizandina kûjer Hisên Ebdo Ebas bibûn, derbarê cezayê ku lê hate birîn nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Cezayê ku gel hilbijart di cih de ye û zanûnî ye. Dê ev rêbaz bandoreke erênî li ser hişmendiya civakê bike û bi xwe re guhertinên baş ava bike." 
 
Kûjer Hisên Ebdo Ebas di 22`ê Sibata 2020`î de jina pêre hatibû zewicandin Hûda El-Elî (26) û zarokê xwe Azad Hisên (7) di saetên şevê de li nav daristana Kobanê bi keviran qetîl kiribû. Şêniyên Herêma Firatê di 7`ê Çileya 2021`ê de bi riya platforma ku ji aliyê Desteya Edaleta Civakî ya Herêma Firatê ve hatibû avakirin, cezayê muebetê li kûjerê bi navê Hisên Ebdo Ebas dabûn birîn.  Jinên ku beşdarî platformê bûn û tevlî biryara cezayê muebetê bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
  
'Civakê edalet bi cih anî`
 
Rêvebera Mala Jinê ya Herêma Firatê Sultan Hemdî behsa platformê û encamên wê kir û ev tişt got: "Di encama  vê cînayetê de du kes hatin kûştin, ji ber vê me weke meclîsa edaletê biryar girt ku platformeke giştî ya nêrîna gel jî têde hebe were avakirin. Çavên her kesî li edaletê bû, loma me xwest civak edaletê bi cih bîne.  Ji xwe cezayê ku li kûjer hatiye birîn li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser bû. Beriya platformê hinek nêrînên weke ku jin hestiyarin ji ber vê wê nikaribin biryarê vê bigrin derketin, lê weke hat xuyakirin platformeke serkeftî bû. Ev biryar ji aliyê 75 kesî ve hat girtin. Di van salên dawî de her çiqas jin bi qetîlkirinê re rû bi rû mabin jî heta niha cînayeteke bi vî rengî cara yekemîn bû ku li Kobanê pêk hat."
 
'Platform bersiva hişmendiya zayendperest e` 
 
 Sultanê banga çareseriyên qanûnî li şûna qetilkirinê li dadê kir û wiha pê de çû: "Em bi hêvî ne ku ev platfom ji hişmendiya ku hertim jinan weke namûs pênase dike re bibe bersîv. Namûs ax û welatê mirov e. Heger mirov xwedî li ax û welatê xwe derkeve wê demê mirov xwedî li namûsa xwe jî derdikeve û diparêze. Li herêmên dagirkirî rojane jin tên qetîlkirin, tecawizkirin, li wan didin û tên revandin.  Li şûna ku em hêza xwe li hember dagirkeriyê bi kar bînin em hevdû dikûjin.  Em ji herdu aliyan ve jî kuştinê napejirînin. Herçend ku hovîtî hatibe kirin jî qetilkirin ne çareserî yê.  Bi rêya darazê û qanûnan dikare pirsgirêk bên çareserkrin." 
    
'Bûyereke hovane bû`
 
Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî jî bal kişand ser ziraviyên platformê û wiha gotina xwe anî ziman: "Di hevpeymana Desteya Edaleta Civakî de xalek heye ku dikare di mijara kuştinê de civak jî têkildar bibe, bi riya platforman gel biryara cezayê bide. Li ser vê bingehê Desteya Edaleta civakî di 7`ê Çileyê de platforma darizandina Hisên Ebdo Ebas çêkir. Wê kuştinê li ser wîjdanê tevahî şêniyên Kobanê bandor kir. Kûjer bi hişmendiya xwe ya zilamê serdest, zayendperest û paşverû tevgeriya û qebûl nedikir ku hevjîna wî li welatên Awropayê serbest tev bigere, xwedî nêrîn û aboriya xweser be.  Kûjer qetilkirina hevjîn û zarokê ji xwe re rewa dît, lewra jî mirov dikare wê bûyerê di asta hovîtiyê de binrxîne."
 
'Ceza li gor zagona 30 madeyên 94 û 97 hate birîn'
 
Fewziya diyar kir ku ceza di cih de ye, li gorî qanûnê ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Biryara ku gel di derheqê kûjer de girt ne dûrî qanûnên Rêveberiya Xweser e. Li gor Qanûnên Cezayê Encûmena Zagonsaz ku di sala 2016`an de derxistine ye. Her wiha li gorî xala qanûnê ya 97'an heger kûjer kesekî ji xwîna xwe bikûje û bi zanebûn  be, wê demê ceza ji 3 salan heta Muebedê dirêj dibe. Ji ber vê biryara ku ji aliyê gel ve hatiye giritn rast e û qanûnî ye. Biryara gel ji me re teqez dike ku civaka me qanûnên Rêveberiya Xweser dipejirîne."