ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 11 Çile 2021
  • Rojev
*Ji jinên Wanê Teybet Îçnaz bertek nîşanê krîza aborî da û got: “Gelo dewlet, kesên êvarê nan nabin mala xwe difikire? Ji ber marketên wan, wesayît, balafirên wan hene lê yê me tiştekî me tune ye.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku beşdarî platforma darizandina kûjer Hisên Ebdo Ebas bibûn, derbarê cezayê ku lê hate birîn nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Cezayê ku gel hilbijart di cih de ye û zanûnî ye. Dê ev rêbaz bandoreke erênî li ser hişmendiya civakê bike û bi xwe re guhertinên baş ava bike."  DÎMEN HEYE
 
*Xezal Polat ku kurê wê Kemal Polat, li girtîgehê di çalakiya grevê de cih girt got: “Heta ku tecrîd ji holê rabe wê ev çalakî bi domîne. Kurê min got ku ew li vir têkoşîna xwe berdewam dikin û ji me re jî got 'hûn jî li wê bi têkoşînê li çalakiya me xwedî derkevin' û banga hestiyariyê kir." DÎMEN HEYE
 
*Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê hevpeymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê nirxandin kir û got: "Armanca hevpeymana Bexda û Hewlêrê ew e ku xweseriya şêniyên Şengalê têk bibin û fermana 73'yan li ser gel bidin berdewamkirin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê parêzer Arzu Kayaoglu bertek nîşanê qanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûm a rêxistinên civaka sivîl vedike da û da zanîn ku polîtîka qeyûm bandorê li ser her alî jiyanê dike. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bi lêv kir ku tê xwestin dengê civaka sivîl bê birîn û banga muxalefet û têkoşîneke xurt kir.
 
*Seroka TKDF’ê Canan Gullu da zanîn ku hikûmet nîqaşên vekişandina Peymana Stenbolê ji bo dema pêş wek koz di destê xwe de digire û got di 2021’ê de hedefa wan ev e ku pêşî li şîdetê bigirin û di TCK’ê de venasîna şîdetê bê guherîn, ji rewşa baş daxistina cezayan bê betalkirin.
 
*Li ser kiryarên derbarê jinê de ew ê Kongreya Star li Qamişloyê komxebatekê li dar bixe. (9.30)
 
*Ew ê çalakiya konê piştgiriya li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê ya li Helebê bidome. (10: 30)
 
*Têkildarî bîranîna jina siyasetmedar Sakîne Cansiz ew ê Tevgera Jinên Ciwan li Til Temirê civînê li dar bixe. (12.00)
 
*Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya salvegera 3 jinên siyasetmedar wê merasîm li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê pêk were. (11.00)