Li girtîgehan sîstema nû ya dîjîtal dikeve meriyetê

  • 08:49 11 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li girtîgehan wê sîstema nû ya dîjîtalê bikeve meriyetê. Ger ku ev pergal bikeve meriyetê jî divê girtî hemû pêdivî û pêwîstiyên xwe ên weke name, hevpeyvîna bi malbatê re, daxwazname, pêwîstiyên kesane bi riya dîjîtalê bînin cih.
 
Li girtîgehan sîstema nû ya dîjîtalê dikeve meriyete. Di pêvajoyên ku tecrît û binpêkirina mafên girtiyan di rojevê de ne sîstema dîjîtal pergala deng û dîmen (SEGBÎS) jî gav bi gav tê pratîzekirin . Girtiyên sîyasî vê sîstemê weke rêbazek nû ya tecrîtê şîrove kirin û gotin bi vî rengî  têkiliya wan bi derve re tê qutkirin.
 
Nurcan Aslan a ku di girtîgeha tîpa T a sergirtî ya Tarsûs ya Merisnê de tê girtin, di hevpeyvîna bi riya telefonê bi malbata xwe re kiriye de diyar kir ku ji bo sîstema dîjîtalê gav tên avêtin. Wê hemû pêdivî û pêwîstî bi riya dîjîtalê werin pêşwazîkirin ku wê yekcar têkiliya girtiyan bi derve re were birîn. Name, daxwazname, hevdîtinên bi malbatê re, dîtina tendirustvanan,  pêdiviyên kantînê ango hemû pêdivî wê bi riya dîjîtalê bînin cih.
 
‘Di nava tecrîdê de tecrît’
 
Girtiya siyasî Nurcan di hevpeyvînê de diyar kir ku ev pergal bi armanca qutkirina têkiliyên girtiyan ji derve re û bi qawuşên din re tê pêkanîn. Malbata Nurcan jî diyar kir ku di nava tecrîtê de tecrît li ser girtiyan tê meşandin û wiha got: “Wê heta pêwîstiyên kantînê û nexweşxaneyê jî li ser SEGBÎS'ê werin pêkanîn. Herwiha hertişt jî wê bêhtir bikeve bin qontrolê. Wê derî, korîdor were rakirin. Girêdanek ji derve re namîne. Wê têkiliya girtiyên di heman girtîgehê de ne jî werin qutkirin. Çawa ku niha bi hinceta pandemiyê tecrît tê meşandin wê bi vî rengî tecrîta mezin were meşandin. Em van yekan erê nakin.”