Ciwanên Ereb: Em ê bi yekîtiya gelan komplo û îxanetê têk bibin

  • 15:43 10 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Ereb yên Şehba bi meşeke girseyî êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kirin. 
 
Tevgera Ciwanên Ereb yên Şehbayê bi meşekê girseyî bi dirûşma "Bi ruhê ciwanan em ê faşîzmê û dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin" êrîşên dewleta tirk li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meş li navçeya Kefer Neye ya Kantona Şehbayê hate lidarxistin. Her wiha gelek ciwan, sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên Kantona Şehbayê û pankartên bi nivîsa "Li hember îxanetê teqez em ê ser bikevin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin hildan. Di nava meşê de dirûşmên,"Dagirkeriyê red bike" hatin berzkirin.  
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Tevgera Ciwanên Ereb ên Şehbayê Eymen Turkmanî ve hate xwendin.
 
'Em ê bi berxwedana xwe têkoşîna xwe xurtir bikin'
 
Ciwanan êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin û gotin: "Hêzên hegemonîk ji destpêka aloziya Sûriyê ve herdem hewil dane ku şerên navxweyî di nava gelan de ava bikin. Ev yek jî bi dagirkirina Herêma Efrînê diyar dibe. Her wiha ne tenê Efrînê, Serêkanî û Girê Spî jî hate dagirkirin. Di heman demê de dewleta tirk bi rojan bi topan êrîşî Kantona Şehbayê dike. Armanca van dagirkeran ew e ku guhertina demografîk li qadên me pêk bînin. Lê li hember êrîşên dewleta tirk û hêzên hegemonîk berxwedana gel derket pêş. Em ê bi berxwedana xwe têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
'Em ê bi yekîtiya gelan komplo û îxanetê têk bibin'
 
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin û gotin: " Em ê komplo û îxaneta ku li beramberî me dixwazin pêk bînin, teşhîr bikin û vala derbîxinin. Her wiha dewleta tirk bi rojan êrîşî herêma me dike, lê heta niha rêxistinên mafên mirovan helwestek têkildarî êrîşên dewleta tirk nîşan nedaye. Em bêdengiya rêxistinên mafê mirovan û aliyên ku xwe weke parastina gelan û mafê mirovan nîşan didin bi tundî şermezar dikin û wan vedixwînin helwesteke rast." 
 
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.