Li Mexmurê greva birçîbûnê di roja 24’an de berdewam di

  • 14:52 10 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên di zindanan de hatî destpêkirin, bi koma 12’an di roja 24'an de berdewam dike.
 
Di 27’ê mijdarê de girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî ya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin, bi koma 12’an di roja 24’an de berdewam dike.  
 
Şeniyên wargehê serdana çalakvanan kirin. Li ser navê şêniyên wargehê Hisên Çelê axivî û got: “Di serî de em vê çalakiya greva birçîbûnê pîroz dikin û ji hemu çalakvanan re serkeftinê dixwezin. Em weke şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî heta nefesa xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.”
 
Çalakvan Qutbedîn Amed jî ku xêrhatin li kesên hatin serdanê kir got: “Em jî bi xêr hatina we dikin. heta em serkeftinê bi dest nexin em ê her tim çalakiyên xwe bidomînin.” 
 
Çalakiya ku her roj ji aliyê şêniyên Mexmûrê ve serdana wê tê kirin her roj ji aliyê Navenda Çand û Hûner a Mexmurê  (NCHM) ve jî bı stranan tê dewlemendkirin.