DFG'ê banga têkoşîna bi hev re li rojnamegeran kir

  • 13:18 10 Çile 2021
  • Rojane
 
AMED - DFG’ê, bi munasebeta 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û ev tişt got: “Bedêla wê çi dibe bila bibe, rojnamegerên ku ji bo ragihandina heqîqetê divê rojnameger bi hev re têbikoşin.”
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dibexebitin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedan rojnameger bi êrîşên îqtîdarê re rû bi rû ne û bi dehan rojnameger jî girtî ne û ew ji xebata wan kirine.” Di daxuyaniyê de qala girtina rojnamegerê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan jî hat kirin û hat diyarkirin ku Aslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye girtin û ev tişt hat gotin: “Di rastiyê de diviyabû ku me îro Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz bikira. Lê neçar in ku girtina hevalê xwe şermezar bikin.”
 
91 rojnameger vê rojê li girtîgehan pêşwazî dikin
  
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de 91 rojnameger girtî ne û wiha hat gotin: “Pêkanînên antî demokratîk ên desthilatê roj bi roj zêde dibin. Ji ber rexnekirina desthilat û dewletê doz li rojnamegeran tên vekirin û girtin. Bi Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û Saziya Ragihandinê û Agahiyên Teknolojîk (BTK) xebatên rojnamegeriyê tên astengkirin. Ji bo rojnamegeriyê hewce nake destûr bê girtin. Rojnamegerî bi qertê nasnameyê nayê kirin, tenê qert amûr e. Ev qert xwezî bila zer, sor û şîn be. Azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Lê çi dibe bila bibe ji bo ragihandina heqîqetê rojnamegerên ku têdikoşin û li dijî neheqiyan radiwestin hene. Ev jî hêviyê mezin dike. Weke komele em jî bang li hemû hempîşeyê xwe dikin ku li dijî astengkirina rojnamegeriyê têbikoşin.”