Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdistanê ji bo zarokên Mexmûrê alîkarî şand

  • 12:03 10 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMUR - Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdisanê ku navenda wê li Elmanyayê ye û perwerdê dide zarokên xwedî pêwistiyên taybet bi rêya Navenda Hêvî alîkariyên dibistanê ji bo zarokên Mexmûr şandin. 
 
Alîkariya ku ji pêwistiyên ji bo dibistanê yên wekî çent, lênusk û pênûsan pêk tê li Navenda Hêvî bi amadebûna zarokên ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê hebûn hate belavkirin. Berî belavkirinê li ser navê Navenda Hêvî Mamoste Salih Babat axivî, xêrhatina malbat û zarokan kir û wiha got,  “Em spasiya Tevgera Aştî û Hêvî ya Kurdistanê dikin ku ev alîkariya ji bo me rêkirine. Ev saleke wargeh di bin dorpêçê de ye, di van şertên zehmet de alîkariya ku hatiye jî cihê kêfxweşiyê ye. Careke din em spasiya wan dikin û hêvîdarin ku alîkarî ji bo wargerhê berdewam bike.”
 
Dayika bi navê Xelat Seven jî bal kişand ser şert û mercên heyî û bi van gotinan dest bi axavtina xwe kir: “Em di serî de spasiya kesên ku alîkarî ji bo me rêkirine dikin. Ev demeke dirêje ambargo li ser wargehê danîne. Bi salane em dibin zaro û zametiyan de û ji bo wê jî pêwîstiya me bi alîkariyê heye.”