HDP'ê ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanî da

  • 11:28 10 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - HDP’ê ji bo 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê êdî nepêkane û tiştekî bê pîrozkirin nemaye.
 
Buroya Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya HDP'ê, bi wesîleya "10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin" daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew di demeke tarî de ne.
 
HDP'ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di 10'ê çileyê de Qanûna Çapemeniyê ya bi Hejmara 212'an a li ser ewlehiya mafê aborî û civakî ya kedkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê ketiye meriyetê, lê di şert û mercên asayî de 10'ê Çileyê diviyabû weke cejnekê bihata pîrozkrin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Lê mixabin ji bo rojnamevanên ku bi zext û zordariyê dest bi 10'ê Çileya 2021'ê kirin, tiştekî bê pîrozkirin nîne. Pîrozkirin li aliyekî, em di demeke wisa tarî de ne ku êdî rojnamevanî nepêkan e, gefa dîlgirtinê û terbiyekirina bi birçîbûnê li rojnamevanên ku rastiyê dinivisînin tê xwarin.”
 
HDP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de, kedkarên çapemeniyê yên li ser rastiyê bi biryardarî dimeşin silav kirin û diyar kir ku ji bo 10'ê Çileyê ji dil weke cejnekê bê pîrozkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.