Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê berdewam e

  • 10:16 10 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya şêniyên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 40’emîn de berdewam dike. 
 
Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 40’emîn de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
 
Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.