'Ji bo perwerdeyê akademî gaveke baş e'

  • 09:01 10 Çile 2021
  • Rojane
 
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Xwendekarên ku di Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî de dixwînin nêrînên xwe di derbarê vekirina akademiyê de anîn ziman. Xwendekaran wiha gotin: "Ev akedemiya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan ji me re vekiriye, cihê kêfxweşiyê ye û ji bo me derfetek herî mezin e."
 
Di 27'ê Mijdara 2020'an de Meclîsa Malbatên Şehîdan Akedemiyeke bi navê Şehîd Emgîhan Cûdî, vekir. Akedemî ji bo zarok, xwişk, bira û hevjînên pakrewanan hatiye vekirin. Di hundir akademiyê de perwerde li ser sê zimanan Kurdî, Erebî, Îngilizî û fêrbûna kompîturê tê dayin. Piştî vekirina akademiyê bi mehekê êdî deriyê xwe ji Malbatên Şehîdan re vekir û dest bi tomarkirina navên xwendekaran kir. Kesên ku heta niha navên wan hatine tomarkirin hejmara wan zêdeyî 150 xwendekarî/ê ye. Zarokên pakrewanan ên ku tên qebûlkirin temenê wan ji 16 heta 35 salî ye. Vekirina akedemiyê gaveke mezin bû ku zarok û hevjînên pakrewanan hembêz dike. Armanca Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê ya vekirina akademiyê ew e ku malbatên şehîdan yê herêmê, asta wan a xwendinê bilintir bikin, da ku cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de bigirin. Ev xwendekar wê heta 6 mehan di perwerdeya ziman re derbas bibin.  Piştî 6 mehan wê xwendekar bawernameyan bistînin, ev bawername jî li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pejirandin. Cara yekemîn akademiyeke wiha li herêmê tê vekirin û dikeve xizmeta malbat û zarokên pakrewanan.
 
Di derbarê vê mijarê de Xwendekarên Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ji ajansa me re axivîn.
 
'Ji bo perwerdeyê akademî gaveke baş e'
 
Narîn Cezairî behsa pergala akademiyê kir û ev tişt got: "Ez gelekî kêfxweş im ku akademiyeke wiha ji bo zarok û hevjînên şehîdan hatiye vekirin. Ji ber gelek kes ên temenê mezin an biçûk nexwendine. Tiştê herî balkêş di akademiyê de ew e ku em bi zimanê dayikê dixwînin, zimanê ku bi salane em jê hatine dûrxistin niha em pê perwerdeyê dibînin. Her wiha zimanê Erebî jî heye ji ber ku di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne tenê Kurd dijîn. Xwendina akademiyê bi du danan e, kesên ku li gund, navçe û bajarokan dijîn, Meclîsa Malbatên Şehîdan ji wan re maşîne amede kiriye û wan tînin akademiyê. Ez bi xwe ji gundê Rojhilatê Kobanê me, em bi maşîneyan tên akademiyê. Beşên din jî li navenda bajar in, rojekê ya gundane û rojekê jî ya bajêr e. Ez dixwazim xwe fêrî zimanê Kurdî bikim, da ku ez zarokên xwe jî fêrî zimanê Kurdî bikim. Divê her kesê ku derbasî akademiyê bibe di destpêkê de xwe fêrî zimanê xwe bike. Banga min ji tevahî malbatên şehîdan re heye ku zarokên xwe bişînin akademiyê da ku asta wan a xwendinê bilintir bibe."
 
'Zimanê me hebûn û pêşeroja me ye'
 
Perwîn Mihemed a ji gundê Lihênî yê girdayî Kobanê ye, da zanîn ku bi saya berxwedana şehîdan ev akademî hat vekirin û wiha domand: "Ez sipasiya kesên ku ked dane ji bo vê akademiyê dikim û em weke zarokên şehîdan cihê xwe di nav de bigirin. Min bi xwe dibistan heta çend refan xwendiye, lê ji ber ku dibistanên me dûrî gund bûn, min nedikaribû dibistana xwe temam bikim. Îro bi saya vekirina vê akademiyê ji bo me gaveke mezin e ku îro ez xwendina xwe temam bikim. Ez dixwazim fêrî hemû zimana bibim, ji ber ku her zimanek hebûnek e. Ya girîng ez fêrî zimanê xwe bibim, piştre ez bi zimanên cuda bixwînim. Ji ber ku ne tenê Kurd li van herêman dijîn, Gelê Ereb jî hene li rex me dijîn, ji bo wê em zimanê cîranên xwe jî fêr dibin. Dema ku em derdikevin navberê em bi awayekî komînal bi hev re dibin alîkar û hevdu fêr dikin. Mamosteyên ku me fêrî zimanan dikin gelek baş in û bi awayekî baş me perwerde dikin."