ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 10 Çile 2021
  • Rojev
*Xwendekarên ku di Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî de dixwînin nêrînên xwe di derbarê vekirina akademiyê de anîn ziman. Xwendekaran wiha gotin: "Ev akedemiya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan ji me re vekiriye, cihê kêfxweşiyê ye û ji bo me derfetek herî mezin e." DÎMEN HEYE
 
*Nisêbîn di serhildêriya çiyayên Bagokê, hênikahiya Ava Spî de ku tu car bi "ser xetê, bin xetê" perçebûn danexwariye li Kurdistana ku ji hêla hêzên hegemonîk ve hatiye parçekirin e. 
 
*Meryem Yaqo da zanîn ku ji ber aloziyê, êrîşên DAIŞ'ê û xeteriya dewleta tirk şêniyên gundê Til Cûmayê koç bûne. Meryama ku banga vegera ji bo gund kir got:"Bi hêvî me ku herkes vegere gundê xwe û gund dîsa şên bibe." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyan ên Şirnexî, derbarê grevên birçîbûnê de axivîn û bang li raya giştî kirin. Malbatan gotin: "Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were çalakî li dar xistin. Divê em bibin dengê girtiyan û dengê zarokên xwe." BI DÎMEN 
 
*Rêxistinên jinan ên êzidî li dijî xwekuştinên bi guman ên jinên ciwan banga xwe rêxistinbûnê kirin û gotin: "Em bang li jinan dikin ji wargehên heyî terk bikin û bên ser axa xwe. Em dikarin li ser axa xwe êşa xwe parvebikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li çihê berxwedan heyî li vir jiyan heye." BI DÎMEN