Çalakiya gireva birçîbûnê ya herêma Firatê bi dawî bû

  • 17:38 9 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger bi dawî kir.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo" di 3'yê Çileyê de çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger dest pê kir. Çalakî bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên ku di zindanên bakur û tirkiyê de ne hat lidarxistin.
 
Îro piştî 7 rojan a çalakiyê, bi amedebûna Rêveberiya Xweser, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star, Meclîsa Kantona Kobanê, Partiyên Siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anî.
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Ronahî Hecî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Çalakiya gireva birçîbûnê bi pêşengiya meclîsa malbatên şehîdan berî 7 rojan ji niha ve dest pê kiribû. Di 3'ê Çile de li ser bingehê salvegera şehîdên zîndana Amedê ku wan jî çalakiya gireva birçîbûnê li dar xistibûn, me jî weke gelên herêma Firatê dest bi çalakiyê kir û di her rojê de helwest û daxwazên malbatên şehîdan bû. Tevahî gelê Kobanê  piştgiriya vê çalakiyê kirin û bang li tevahî dewletên navneteweyî û ji bo hemû kesên ku mirovahiyê têkoşîn dikin pêwîst e zext li ser dewleta tirk bikin û her wiha rastiya dewleta tirk ya faşîst ji raya giştî re eşkere bikin. 
 
Ev demeke dirêj e tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin, her wiha hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin û her carê hincetên cuda bi kar tînin da ku tecrîd dirêjtir bibe. Hemû gelê me yê kurd, têkoşer û parlamenter ji aliyê dewleta tirk ve tên  binçavkirin û li hember wan hemû şêwazên dijmirovahî û zagonan bi kar tînin. Li hember tecrîda ser Rêber Apo di tevahî zîndanên Tirkiyê de çalakiyên gireva birçîbûnê li ser şopa Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mehsûm û hwd. dan destpêkirin û îro di roja 43'an de didome. 
 
Em weke malbatên şehîdan armanca me ew e ku em li rex şikandina tecrîdê, piştgiriyê bidin girtî û çalakvanên di zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê Gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn têkoşîna ji bo mafên mirovan bilind bikin û pergala desthilatdar û faşîst ya dewleta tirk têk bibin.
 
Îro 9'ê Çile ye salvegera komkujiya Parîsê ye ku sê jinên Kurd yên têkoşer bi destên istîxbarata dewleta tirk hatin qetilkirin. Em wan bi bîr tînin û soza şopandina xeta şehîdan nû dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê di her demê de kar bikin, tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe, "Berxwedan jiyan e" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.