Li Şehbayê Navenda Lêkolînên Jineolojîyê hat vekirin

  • 17:31 9 Çile 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Komîteya Jinolojî ya Efrîn û Şehbayê, Navenda Lêkolînên Jinolojî li navçeya Fafîn a Şehbayê vekirin.
 
Komîteya Jinolojî ya Efrîn û Şehbayê navenda xwe ya Lêkolînên Jineolojî, bi şahiyekê vekirin. Şahî li navçeya Fafîn a Şehbayê bi tevlîbûna Endam û Rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hate çêkirin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pakrewanên azadiyê û wêneyên jinên têkoşer hatibû xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin. 
 
Rêveberiya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Sebah El- Nasêr axaftina vekirinê kir. Sebah vekirina navendê li tevahî jinan pîroz kir û ev tişt got: "Em vekirina navendê li jinên Şehba û Efrînê yên ku serkeftinên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, pîroz dikin. Wê ev navend gaveke mezin be ku jin di riya wê re fêr bibin û bibin xwedî zanist."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Hetêma Efrînê Şêrîn Hesen salvegera komkujiya Parîsê ya li ser hersê jinên têkoşer bi bîr xist û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Îro salvegera komkujiya Parîsê ye. Ji bo bîranîna 3 jinên têkoşer me navenda Jineolojiyê vekir. Jina têkoşer Sakîna Cansîz ji jinan re bû pêşenga azadiyê. Berxwedana Efrînê ku niha li Şehbayê didome berhema berxwedana Sakîna ye.  Em ê asta tekoşîna xwe li Şehbayê bilind bikin.."
 
‘Pêwîtî hebû navenda Jineolojîyê bê vekirin’
 
Endama Komîteya Jinolojî ya Efrîn û Şehba, Zahîde Memo vekirina navendê pîroz kir û wiha pê de çû: "Em vekirina navenda lêkolînên Jinolojî li Rêber Apo pîroz dikin. Li Efrînê ev navend hatibû vekirin û xebata xwe dida meşandin, lê ji ber koçberî û êrîşan li Şehbayê karê navendê hat rawestandin. Me pêwîstî bi vekirina navenda lêkolînên Jinolojî li Şehbayê dît, ji ber pirsgirêkên civakî bi rewşa koçberiyê re zêdetir dibe. Em bi hêvî ne serkeftinên mezin bi vekirina navendê re em bi dest bixin."
 
Endama Koordînasyona Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Hediya Yûsif bal kişand ser girîngiya vekirina vê navendê û wiha gotina xwe domand: “Vekirina navenda Jineolojî tê wateya xwedîderketina li keda Rêber Apo. Li hember êrîşan divê em gavên berxwedanê bavêjin û xwedî li mîrasê xwe derbikevin."
 
Piştre ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê ve şanoya derbarê rola jinan di dîrokê de wek lêkolîner, pergala redkirin û girîngîdayina mafê jinê hat pêşkêşkirin. Piştre ji aliyê Koma Hêva ya Tevgera Kevana Zêrîn ya Efrînê ve stranên şoreşgeriyê hatin gotin. 
 
Paşê navend ji aliyê dayika pakrewan Reşîd, Sûreya Hebeş ve hat vekirin.