Li Mexmûrê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin

  • 16:50 9 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê  komkujiya Parîsê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê  hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku li paytexta Firansayê ya Parîsê di 9’ê Çile 2013’an de hatin qetil kirin, hatin bîranîn. Di 8’emîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger de bi tevlibûna sedan şêniyen wargehê û çalakvanên greva birçinûnê, bi pêşengtiya Meclîsa İştarê meş hat lidarxistin.
 
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta ber deriyê BM’ê berdewam kir. Beriya daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgin ve  hat dayin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em komkujiya Parisê şermezar dikin. Dijmin bi her awayî  erişê gelê kurd dike û taybet erişî ser jina kurd dike. Komkujiya Parisê ji bo dijmin rûreşîyek e. Em tu carî bi tu şêweyê tola cangoriyan li holê nahêlin. Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan ji bo gelê me gelek bedal dan. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Dijmin komkujiya Sakine, Rojbin, Fidan ji bo tunekirina gelê kurd pêk aniye. Ger em dixwazin heval Sara bijî divê em 24 saetan wan bi têkoşîna xwe bidin jiyîn. Dijmin komkujiya Parisê bi zanabûn pêk anî. Pêwist e em jî tola wan li erdê nehêle." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Biji Serok Apo", "Bijî Berxwedana Jina Kurd","Bijî berxwedana zindanan","Şehîd namirin" bi dawî bû.