Jinên êzidî: Divê em xwedî li destkeftiyên Sakîneyê derkevin

  • 16:24 9 Çile 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê ji bo hersê jinên şoreşger bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de Riham Hico axivî û got: "Di 4'ê tebaxê de şagirtên heval Sara gihaştin hewara me û komploya dijmin vala derxistin. Ji bo em xwedî li destkeftiyên ku heta niha hatine bi destxistin û xwedî li keda Sarayê derkevin divê em têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin. 8 sal li ser komkujiyê re derbasû. Ji bo biranîna hersê jinên şoreger li solona Laleşe ya bajaroka Xanesorê ya giredayî Şengalê bernameya biranînê hat lidarxistin. Bi sedan jin tevlî bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de li ser navê rêxistinên jinan Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengale Riham Hico axivi.
 
'Sara ji jinan re bû pêşeng'
 
Riham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Sakîne Cansiz û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heval Sara li dijî zîhniyeta serdest, li dijî zîhniyeta baviksalariyê û li dijî dewleta netewperestiyê têkoşînek mezin da meşandin. Sara di serê ewil de bi pirsgirêkan re rûbirû ma, lê her tim berxwedana xwe domand. Em niha jin çawa di nava civaka êzidî de pirsgirêkan dijîn heval Sara jî di destpêke de heman pirsgirêkan jiyaye. Lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û bi ruhekî azad têkoşîna xwe domand. Heval Sara ji jinan re bû pêşeng û gelek rêxistînên jinan bi têkoşîna Sara hat avakirin."
 
'Îro jinên êzidî xwe birêxistin kirin'
 
Riham, di axaftina xwe re wiha bal kişand ser bandora têkoşîne a li ser Şengalê û got: "Tovên têkoşînê ku bi salan bi keda heval Sara hat çandin îro nîşaneya wê li Şengalê xwe da der. Piştî 3'ê Tebaxê ango fermanê jinên êzidî xwe birêxistin kirin, li her qadê temsîliyeta xwe pêk anîn, berxwedana xwe mezin kirin û bûn xwedî îrade. Heke îro têkoşîn li Şengalê tê meşandin, Şengal li dijî zilmê serî rakiribe û dixwazin Şengal bibe xwedî li statuyek hewldanan wan hevalan heye. Komploya ku îro li hemberî Şengalê tê birêvebirin ji domandina komkujiya Parîsê ye."
 
'Divê em xwedî li destkeftiyên Sara derkevin'
 
Riham, da zanîn ku her tim jin ji bo destkeftiyên xwe û têkoşîna xwe li ser piyan bû û wiha dom kir: "Heke destkefiyên me yên îro di dema fermanê de hebûya, dibûya komkujiyek li hemberî êzidiyan pêk nehata û li hemberî me qetlîamek wisa mezin pêk nehata. Em ê niha tola heval Sakîne hilênin. Ji bo tolhildanê jî divê em li dijî her cûreyên komployê li ber xwe bidin. Heval Sara li Ewropayê kedek mezin da her wiha ji bo jinên êzidî yên li Ewropayê her tim di nava hewldanan de bû. Divê em xwedî li keda heval Sara derkevin û daxwaza wê pêk bînin. Di 4'ê tebaxê de şagirtên heval Sara gihaştin hewara me û komploya dijmin vala derxistin. Îro pêve jî divê em li dijî her cûreyên êrişan li ber xwe bidin û xwedî li destkeftiyên heval Sara derkevin."
 
Riham wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û li hemberî êrîşan parastina xwe bikin. Xwedî li derketina asayîşê xwedî li derketina çand, ziman, ol, nasname, dîrok û destkeftiya ne."
 
Pişti axaftina Rihamê li ser têkoşîna hersê jinên şoreşger sînevîzyonek hat pêşandan.