Li Helebê her sê jinên têkoşer hatîn bibîranîn

  • 16:09 9 Çile 2021
  • Rojane
HELEB - Jinên Helebê bi meşek girseyî her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê, bi meşek girseyî her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Sakîne, Fîdan û Leyla, em ê teqez Rêber Apo rizgar bikin" hatin bîranînin. Meş li taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna bi sedan jin, sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Meş ji jêrzemîna Yasîn dest pê kir heta Çerxerêya Gulê Selmo dom kir. 
 
Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê jinên şoreşger hatibû hildan.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Fatma Hesen her sê jinên şoreşger bi bîr anî û got: "Di salvegera şehadeta her sê jinên şoreşger de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Qetlîama ku li Parîsê pêk hatî berdewamiya komploya navneteweyî ye û em vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin û hesab ji dewletên navneteweyî dipirsin. Sakîne Cansiz li dijî zor û zehmetiyan serî hilda û di rêya xeta jina azad de meşiya. Îro jî bi hezaran jin li pey şopa Sakîneyan dimeşin û ala azadiyê bilind dikin."  
 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.