Her sê jinên têkoşer li Rojava hatin bîranîn

  • 14:50 9 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetîlkirin hatin bîranîn.
 
Di 9'ê Çileya 2013'an de her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa, Parîsê hatin qetilkirin. Di salvegera şehadeta wan de li bajarê Kobanê, Şehba, Qamişlo, Hesekê, navçeya Girkê Legê û Til Temirê hatin bîr anîn.
 
Jinên Qamişlo: Em ê xeta Sakîneyan bidomînin
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star bi sedan jinên bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer ku li Parîsê hatin qetilkirin bi dirûşma "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin" daketin qadan. Bîranîn bi meşekê dest pê kir,  meş li Çerxereya Şerqê dest pê kir û heta Goristana Delîl Saroxan dom kir. Her wiha di bîranînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, alên Kongreya Star û pankartê bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" hatibû hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Rêveberiya Kongreya Star Menîce Heydar axivî. 
 
'Heta rastî eşkere bibe em ê têbikoşin'
 
Menîce qetlîma li ser her sê jinên têkoşer şermezar kir û da zanîn ku ew ê xeta Sakîneyan bidomînin û got: "Sakîna Cansiz ji yekemîn jinan e ku di avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê de cihê xwe girt. Wê bi ruhê xwe yê azad ronahî da hemû jinan û îro bi hezaran jin li ser xeta wê dimeşin. Her wiha wê li hember hemû cureyên tundiya li ser jinê têkoşînek bê hemba meşand. Em gav ji paş ve navêjin û em ê xeta Sakîneyan bidomînin. Tucaran xeyalên wan di nivî de namîne. Ew qetlîama ku li Parîsê pêk hatiye ew 8 sal in rastiya wê derneket holê û heta niha jî hemû dewlet bêdeng e, lê em wek Gelê Kurd bêdeng namînin û ji bo rastiya vê komkujiyê derkeve holê em ê têbikoşin."
 
Jinên Girkê Legê her sê jinên şoreşger bi bîr anîn
 
Li navçeya Girkê Legê  ya girêdayî Kantona Qamişloyê her sê jinên têkoşer bi dirûşma "Jina şoreşger têkoşînê dike ta azadiyê" hatin bîranîn. Bîranîn bi meşekê dest pê kir, meş li Qada Şehîd Xebat dest pê kir heta bazara navçeyê dewam kir. Di bîranînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her sê jinên têkoşer û alê Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Hevseroka Meclîsa Dêrîkê Zilfa Bedro axivî.   
 
Zilfa di gotina xwe de her sê jinên têkoşer bi bîr anî û got: "Ev qetlîam li ber çavê tevahî dewletên navneteweyî çêbû û hemû jî heta niha bêdeng in. Em wek jinên Dêrîkê vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Sakîne Cansiz jinek têkoşer bû û û ew bû pêşenga xeta jina azad. Wê ji bo rastiya jina azad derxîne holê têkoşînek gelek mezin meşand. Dewleta tirk dixwaze fikrê azadiyê tune bike û hedefa wê jî yekemîn Rêber Apo ye û kesên ji bo azadiyê têdikoşin. Îro bi hezaran jin berxwedana Sakîneyan dom dikin."
 
Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li Til Temirê hatin bîranîn
 
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, şêniyên Til Temirê meşek li dar xistin. Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li nava navçeyê geriyan û li nêzî rêya M4 bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên ku qetilkirina her sê jinan û kûjerên wan şermezar dikirin  hatin berzkirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir axivî. 
 
Gulîxanê bal kişand ser qetilkirina her sê siyasetmedarên jin û wiha got: "Di serdema 21'an de polîtîkayên pir qirêj û şerekî pir kûr û dirêj li hember tevgera jinê tê meşandin. Êrîşên ku li dijî jinên Kurd tên kirin, êrîş û pilanên sedsalî û pilankirî ne. Lewra qetilkirina Ş.Sakîne, Ş.Leyla û Fîdan qetilkirina tevahî jinên cîhanê ye û di heman wextê de qirkirina nasnameya jin a siyasî ye. Her wiha qetilkirina Sêvê, Fatma û Pakîze jî ne ji rêzê ye, armanca wê têkbirina hêz û îradeya jinên Bakurê Kurdistanê bû. Bûyerên ku di nava çend salên dawî de jin rastî wê hatin, pir nêzî hev in. Weke berdewamiya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd ji aliyê sîstemên desthilatdar û di serî de dewleta tirk a dagirker, komkujiyeke din di sala 2020'an de di derheqê Zehra, Hebûn û Emîne de pêk anîn. Kujerê Sakîne, Fîdan û Leyla, Sêvê, Fatima û Pakîze, Hevrîn, Zehra, Hebûn û Emîne yek in û kujer li derve ne."
 
Gulîxanê di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: "Li dijî sûcên ku dewleta tirk derheqê jinên kurd, ereb, suryan, çerkes û ermen de pêk tîne, pêwîst e ku li hember vê yekê li tevahî cîhanê serhildan çêbibin. Di heman wextê de em wekî Rêxistina Kongreya Star daxwaz dikin ku komîteyek navneteweyî were avakirin û li hember sûcên ku dewleta tirk ji ber komkujiyên derheqê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk anî ye, were cezakirin."
 
 Li Kobanê qetlîama Parîsê hate şermezarkirin
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê îro bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo salvegera komkujiya Parîs ku sê jinên pêşeng bi destê mîta dewleta tirk hatin qetilkirin, îro bi meşeke girseyî  hatin şermezarkirin. Di meşê de wêneyên jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Pakize Nayır, Fatma Uyar, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Mihemed Wêysî û Hevrîn Xelef,  wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibûn hildan. Meş ji qada jina azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd li cihê konê çalakiyan rawestiya, di meşê de dirûşmên "Bimre îxanet" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî.
 
'Em hesab ji kujerê jinan dipirsin'  
 
Mizgînê da zanîn ku komkujiya Parîsê ne tesaduf bû, komkujî pilankirî bû û got: "Em wek tevgera jinê komkujiya Parîsê ku hersê jinên pêşeng hatin qetilkirin bi tundî şermezar dikin. Sakîne Cansiz jineke pêşeng bû û ji yekemîn jina ku cihê xwe di nava tevgera azadiyê de girtîbû. Hemû komkujiyên ku jin tê de tên hedefgirtin bi destê dewletên navneteweyî ne. Komkujiya Parîsê berdewamiya komployê ye. Di kesayeta şehîd Sakîne de xwestin êrîşî bîrdoziya azadiya jinê bikin, lê ev yek bi saya berxwedana jinan bi ser neket. Her wiha li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk êrîşî jinên siyastemedar dike, yek jê Endama Parlementera HDP'ê Leyla Guven ku berxwedana xwe tê nasîn e. Leyla Guven şopa jinên pêşeng, têkoşer û şoreşger dişopîne. Jinên pêşeng wek Sakîne, Fîdan û Leyla li pişt xwe nifş ava kirin, ew nifş jî îro pirojeyan wan dişopînin. Roj bi roj xeta têkoşîna jinan her ku diçe bilintir dibe, ev têkoşîna ku tê bilinkirin em îlhama xwe ji jinên pêşeng digirin. Em bang li hikûmeta Firansayê dikin ku çima heye niha hesab ji kujeran nehatiye pirsîn."
 
Her sê jinên têkoşer li Hesekê bi meşekê hatin bîranîn
 
Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê ya Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Qetilkirina Sakîne û rêhevalên wê bandorek mezin li pey xwe di dilê her jinekê de hişt. Îro bi pêşengitiya Konreya Star a kampa Serêkaniyê û bi tevlîbûna bi sedan jinên koçber meşek girseyî hat lidarxistin. Meşvanan alê Kongreya Star û wêneyên Sakîne û rêhevalên wê hilgirtin. Meş li dawiya kampê dest pê kir û li ber Meclisa Kampa Serêkaniyê veguherî mitîngê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Serêkaniyê Gulîstan Mihemed teqez kir ku Şehîd Sakîne û rêhevalên wê sembola jina azad û berxwedêr in û wiha domand: "Em komploya li dijî 3 jinên têkoşer Sakîne, Leyla û Fîdan şermezar dikin. Ev komplo heya roja îro jî li dijî îrade û hêza jinan tê meşandin. Em jî wekî jinên Rojava bi berxwedana xwe bersiv bidin van komployan."
 
Endama Meclisa Kampa Serêkaniyê Ayşe Eibêd da zanîn ku qetilkirina Sakîne û rêhevalên wê bandorek mezin li pey xwe di dilê her jinekê de hişt û got: "Di dîrokê de gelek jin ji bo azadiya tevahî jinan û civakê mohra xwe li dîrokê dan. Sara û rêhevalên wê ji wan jinên têkoşer û berxwedêr in. Sara hêz di dilê her jinekê da ava kir, bi hêza xwe ya xurt zindanên faşîzmê veguherand berxwedanê."
 
Endama Çandê ya kampa Serêkaniyê Yûnis Mihemd jî 3 têkoşerên berxwedêr bi bîr anî û got: "Berxwedana ku Sara li zindanan li dijî faşîzma Tirkiyeyê da meşandin deng veda, îro jî ew berxwedan di şexsê Leyla Guven de tê meşandin. Bi tundî komploya ku li dijî jinan pêk tê em şermezar dikin ji ber di şexsê jinan de civak tê hedefgirtin."
 
Li Şehbayê her sê jinên têkoşer hatin bîranîn
 
Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi meşekê her sê jinên têkoşer bi bîr anî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her sê jinên têkoşer, alê Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" û "Bi ruhê berxwedana Serdem û Rûmetê em ê asta şoreşê bilind bikin û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo têk bibin" hatibûn hildan. Her wiha navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şaxên zeytûnê hatibû xemilandin. Meş ji navçeya Ehdas dest pê kir heta gundê Maratê dewam kir. 
 
'Îradeya jina azad hedef hat girtin'
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehdasê, Gulê Mihemed her sê jinên têkoşer bi bîr anî û got: "Em her sê jinên têkoşer bi bîr tînin û vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Bi vê qetlîamê re dewleta tirk îradeya jina azad hedef girt. Heta niha jî tevahî dewletên navneteweyî bêdeng in, lê em weke Gelê Kurd hesabê vê komkujiyê û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ji rêxistinên mafê mirovan a cîhanî re dipirsin. Em cardin soz didin ku em ê fikir û ramanê Rêber Apo belav bikin û berxwedana xwe bidomînin."
Hevserokê Meclîsa navçeya Ehdasê Şêx Mûrad jî her sê jinên têkoşer bi bîr anî û got: "Bi rihê berxwedana zinadanan em ê bigihêjin armaca xwe ya serfkeftinê û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Îro salvegera her sê jinên têkoşer e em wan bi bîr tînin û em ê tola wan hilînin."