TAJÊ: Xwekuştinên bi guman zêde dibin

  • 12:55 9 Çile 2021
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ, di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser xwekuştina 3 jinan a bi guman a li Wargeha Penaberan a Dihokê û got: "Niha pergalekî şerê taybet li ser civaka me ya êzidî tê meşandin û bi taybetî jî jin û jinên ciwan hedef tên girtin. Em jî bang li jinan dikin ku bê tirs, bê guman û bê dudilî dikarin serî li rêxistina me bidin." 
 
Li Wargehên Penaberên Êzidî yên li Dihokê 3 jinên ciwan bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anîn. Derbarê bûyerê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Di  nav civaka me ya êzidî de van demên dawiyê bûyerên xwe kujeriyê zêde derket pêş. Taybet jî li Wargehên başûrê Kurdistanê. Her wekî din keç û jinên êzidî dema neçar dimînîn, serî li xwe kujeriyê didin.  
 
Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî dema em van bûyeran dibhîsîn xemgîn dibin û em dibêjin xwe kuştin ne hale. Şûna xwekuştinê divê em malbata xwe û civaka xwe û taybet keç û dayikên me yên ku niha di destê DAIŞ’ê ku çarenûsa wan ne diyar e divê em wan bifikrin û ji bo wan têkoşîn bikin. Ji ber ku yê herî zêde di dema fermanê de rûbirû yê zehmetî, xwekuştin, firotin, şewitandin û îşkencê hatî jina Êzîdî bû, bi taybet jî jinên ciwan rastî van rewşên zehmet hatin. 
 
Jinên ciwan tên hedef girtin 
 
Yê ku îro tola wan hilîne û bibe bersiva van lîstokên ku li ser civaka me ya êzidî tên meşandin, jina êzîdî ye. Ji ber wek jinên ciwan yên êzidî îro barê me giran e. Çavê vê civakê li me ye ku em bibin pêşengê wan û ji bo wan têbikoşîn. Her wiha yê ku bibe bersiva fermana jî cardin keç û jinên ciwan ên êzidî ne. Divê hêrsa me nebe sebeba xwekuştinê, divê bibe sebeba tolgirtinê ji hêzên dagirker û kujerên civaka me ya êzidî ku her car ferman li ser vê civakê pêktînîn.  
 
Niha pergalekî şerê taybet li ser civaka me ya êzidî tê meşandin û di nav de jî taybet jin û keçên ciwan tên hedef girtin. Bi awayek zêde şixûlandina tora civakî, ji keç û jinên ciwan yên êzidî re dibe bela û gelek car tên wê rewşê ku nikarin ji nav derkevin. 
 
Li wargehên Başûr xwekuştin zêde dibin
 
Her wiha di Wargehên başûrê Kurdistanê de jî ev bûyerên xwekujeriyê zêde dibin û jin li nav wan kampan wek rêyekî çareseriyê xwe dikujin. Banga me ji wan re ew e ku dikarin werin ser ax, cîh û warê xwe û li vir xebatê jinên êzidî bimeşînîn. Lewma divê em timî rêyên çareseriyê peyda bikin, di her pirsgirêkekî de nabe em serî li xwe kujeriyê bidin. 
 
Di her tengaviyekî de bi rêyên nîqaş, danûstandin û parvekirinê em dikarin derûniya xwekujeriyê derbas bikin. Piştî fermanê heya niha di aliyê jinên êzidî de gelek kar û xebat hat meşandin. Bi avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî yek jî armanca me rêxistinkirina jinên êzidî ye. Her wiha bersiv dayîna hemû pirsgirêkên civakî û keç û jinên ciwan yên êzidî ye. 
 
'Em dixwazin bibin bersiva pirsgirêkên jinên êzidî  
 
Her kî jinek, keçek êzidî tengav bibe, bixwaze nîqaş bike, rêyê çareseriyê bigere dikare serî li Tevgera Azadiya Jinên êzidî bide. Meclîsên me yê TAJÊ li her gund û nehyekî Şengalê û derveyê welat xwe birêxistin kiriye. Her keç û jinek ciwan bixwaze serdana TAJÊ bike, ji bo nîqaş û çareserî em ji vê re amade ne. 
 
Em ê bi hemû derfet û îmkanê xwe ji pirsgirêkê jinên êzidî re bibin bersiv. Em wek malbata we ya duyemîn în. Bê tirs bê guman, bê dudilî, bê ku hûn li paş xwe binêrin hûn dikarin wer in. Di vê jiyanê de hêvî tucaran naqede û TAJÊ jî li ser bingeha ku ji hemû jinan re bibe bersiva hêviyê hatiye damezrandin. Rêber Apo ji bo jinan derfet û rêyên çareseriyê avakiriye, lewma di serdema niha de bi fikrê Rêber Apo em tu carî neçarî xwe kuştinê nabin."