39 roj in xelkê Şengalê berxwedana xwe didomînin

  • 10:08 9 Çile 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 39’ an de berdewam dike.
 
Çalakiya ku 39 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin bi serdanên şêniyên Şengalê ve didome.