Ji girtiyan peyama sersalê: Dema azadiya serokatî ye

  • 09:17 9 Çile 2021
  • Rojane
ENQERE - Girtiya bi navê Sadet Akin a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê di peyama sersalê ya şand de diyar kir ku ew sersala nû bi serîhildanê pêşwazî dikin û got:"Divê em ji her tundî û zextê re bêjin na. Dema azadî û hembêzkirina serokatiye."
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan di roja 44'emîn de didomin. Binpêkirina mafan a li girtîgehan didomin. Girtiya bi navê Sadet Akin a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe peyam şand. Di peyama xwe de binpêkirina mafan ragihand. 
 
Sadetê da zanîn ku bi hinceta pandemiyê ji bo çalakiyên werzîşê destûr nayê dayin. Her wiha Sadetê got xwesteka wan a ji bo guhertina koguşan jî nayê qebûlkirin. 
 
Pirsgirêka avê didome
 
Sadetê da zanîn ku rojnama û kovaran nadin wan û ji hefteyê carekê li koguşan lêgerîn tê kirin û di warê paqijiyê de rêveberiya girtîgehê baldar tev nagere. Sadetê da zanîn ku rêveberiya girtîgehê pirtûk û nameyên kurmancî nadin wan û ava li girtîgehê ne paqij e. 
 
Peyama sersalê: Em ê serî hildin
 
Sadetê bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku didomin û ji bo sersalê li ser navê jinên girtî ev peyam şand:"Em di destpêkê de sersala serokatî û rêhevalên xwe pîroz dikin. Em ê vê sersala nû bi rihê hemleya 'dema azadiyê ye' bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin. Em gelê xwe bi hezkirineke mezin hembêz dikin. Em bangê li gelê xwe dikin. Divê bi vê hemleya hatiye destpêkirin em rabin ser piyan. Divê embi rihê serîhildanê li vê hemleyê xwedî derkevin. Divê em ji her komkujî, tundî û zextê re bêjin na.  Dema azadî û hembêzkirina serokatiye. Em silavê ji bo hemû kesên piştigiriyê didin dişînin. Heta dayikên ku li gel me ne hebin û piştigiriya xwe bidomînin ew ê serê me bilind be. Em dibêjin 'An serkeftin an serkeftin'. Em vê sersalê bi vî rihê pêşwazî dikin û em serîhildana xwe didomînin."