Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 44'emîn de ne

  • 09:10 9 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 44'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 9'an kete roja 44’emîn 
 
Xizmên girtiyan bang li raya giştî kirin û gotin: "Divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Deriyê zindanan divê bên vekirin. Bila êdî hesreta dayikan bi dawî bibe û bila bighejin zarokên xwe. Tecrît ne tenê li girtîgehan didome, li hemberî me hemuyan tecrîd didome. Divê Gelê Kurd xwedî berxwedêran derkeve."