Keçmeta wê: Sakîne keseke zana ya erdnîgariyeke biçûk bû

  • 09:03 9 Çile 2021
  • Rojane
Oznur Deger 
 
ENQERE - Keç meta Sakîne Cansiz Nurcan Yildirim di 8’emîn salvegera qetilkirina wê de wiha got: "Ev komkujiyek plankirî bû. Ev komkujiyeke bi hevkarî hatiye kirinê ye. Tercîhkirina Sakîneyê jî tu car ne tesaduf bû. Ewil li jinan xistin, li Sakîneyê û hevalên wê xistin. Li elewiyan xistin li kurdan xistin. Li bindestan xistin."
 
Sakîne Cansiz di 9’ê çileyê 2013’yan de li Parîsa Fransayê bi hevalên xwe Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re hat qetilkirin. Tevî ku 8 sal di ser bûyerê re derbas bû komkujî nehat ronîkirin û gumanbar nehatin darizandin. Sakîneyê ku tişta herî girîng didît, mîrateya berxwedanê ji jinan re tişt, jiyana xwe di pirtûka xwe ya sê cîldî ‘Jiyana min her tim pevçûn’ bû de vedibêje. 
 
Di 8’emîn salvegera qetilkirina Sakîneyê de, keç meta wê Nurcan Yildirim ya li Hollondayê dijî, derbarê Sakîneyê de ji ajansa me re axivî. 
 
* Yek ji navên pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz kî ye? Hûn wê bi kîjan gotinan vedibêjin?
 
Di meha çile de bi taybet li Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê jinên pêşeng û gelek şoreşger û pêşengên sosyalîst hatine qetilkirin. Di serî de Rosa Luksemburg, Alî Haydar Yildiz û Hrant Dînk. Ez Sakîne û her du hevalên bibîrtînim. Sakîne kî ye? Ez jî keç meta wê me. Sakîne yek ji zanyarên mezin û pêşenga jinan a erdnîgariyek biçûke. Li wê erdnîgariyê piştî Huseyîn Cevahîran piştî Alî Haydar Yildizan hemû pêşdaraz şikandiye. Femînîstek, sosyalîstek, têkoşerek, dotmamek, xwişkek û ya herî girîg jî keç delal a dê û bavê xwe bû.
 
* We bi hev re zarokatî derbas kir. Hûn dikarin behsa bîranên xwe bikin? Sakîne zarokek çawa bû?
 
Derbarê zarokatiya me de bîranîn min hene. Malbata min demekê li Elezîzê jiya. Sala 1968’an bû û em çûn gundê bapîra min û bapîra min dapîra Sakînê bû. Li gund kaniyek biçûk hebû. Em her tim bi hev re bûn. Min ji Sakînê re bi devoka Elezîzê got ‘çaglar gelîî’. Sakîne bi min kenya û ji dayika xwe re got ‘dayê ji min re çi dibêje' Her hal ez xemgîn bibûm û li ser vê ez hembêz kirim û got xemgîn nebe. Sakîneyê xemgînbûna kesekî nedixwest. Tevî ku zarok bû jî dilê wê hezkirin tije bû. Di 1975’an de me dîsta hev dît. Sakîne êdî di nava Tevgera Kurd de bû. 
 
Sakîne ji min re Tevgera Kurd vedigot, min jî ya mijara netewî ya Îbrahîm Kaypakkaya wan ji Sakînê re vedigot. Sakîne dikeniya û min hembêz dikir. Digot ‘Demekî tu TÎKKO’yî ye.’ Min got ala ala Sakîne vê ji ku dizane. Belê bîranînek me ya wisa jî hebû. Heta piştî salan dema em hatin cem hev min ew bi bîra wê xist û em keniyan. Sakîne di heman demê de keçeke delal ya li malê karê xwe dikir, xwarin çêdikir û paqijî dikir bû. Bê guman dayika wê, ya rast jinên malbatê hinek xurt bûn. Ji dapîrên me ev dihat. Meta min jî wisa bû. Sakîne jî wisa bû. Sakîneyê di temenê biçûk de kevneşopî pêşdaraz şikand û ji malê derket. Ji jinên Dêrsîmê re mînak bû. Her kes ewilî matmayî ma. Lê paçeya ku Sakîneyê vekiribû, kesî wisa hêsan nekaribû vekira. Me di 1977’a de hev dît. Wê demê tevlî berxwedanê bibû û piştre jî girtîgeh…
 
* Taybetiya herî girîng ya Sakînê ya bandor li te kiriye çiye gelo?
 
Sakînê sebr û bawerî ligel hev hewandibû. Li Tirkiyeyê, li Kurdistanê berxwedanek divî nav jinan de û heta mêran de meşandibû. Ji wê rojê şûnde gelek bandor li min kir. Ez li hember wê rêzdar bûm, pê serbilind bûm. Wê demê em jî ketibûn nava derdora polîtîk. Dema Sakîne hat girtin ez li Tirkiyeyê bûm. Têkoşîn û berxwedana wê bi rastî bi bandor bû. Dema Sakîne hat Elmanyayê, peruka zer dida serê xwe, pantolên îspanyol li xwe dikir. Ciwantiya wê wisa bû. Li wî bajarê biçûk cuda bû. Di têkoşîna xwe de jî wisa bû. Bi sebr û înat bû. Bi taybet di têkoşîna jinê de gelek bi bandor bû.
 
Ez û malbata xwe bi Sakînê serbilindin. Piştî girtîgehê em bi Sakînê re li Ewropa hatin gel hev. Çend caran em hatin cem hev. Beriya bê qetilkirinê bû. Li Hollandayê li taxek biçûk civînek hebû. Hevalekê got wê Sakîne jî bê. Ji netenê wê cuda jin hatibûn. Sakîne hatibû. Wergervanek dabû gel xwe. Heta dawî civîn bi mereq şopand. Piştre civîn qedya û pirsî got ‘Te çawa ez dîtim? Min jî got ‘tu kadroyek pêşengî û bi jinên taxê re tê cem hev’. Em hînê vê rewşê nebibûn. Ya divê bibûna jî ev bû. Sakîneyê ez guhdar kirim. Me derbarê jinan de gelek sohbet dikir. Me derbarê malbata xwe de jî gelek sohbet dikir. Hebûna Sakîneyê û jinên wek Sakîneyê bi rastî jî ji bo me jinên aktîvîst her tim cesaret, mînaka mezin, piştgiriya mezin e.
 
* Em di pirtûka ‘Her tim şer bû jiyana min’ de derbarê jiyana Sakînê de agahdar bûn. Sakînê jiyanek çawa dixwest?
 
Sakînê xeyala erdnîgariyeke ku hesreta wê dikişand, kir. Ji bo wê xebitî, têkoşîn da. Gelek bawer kir û heta jiyana xwe fedar kir jî xwedî baweriyek mezin bû. Li ser îdiayên xwe, fedakirina xwe dabû ber çavan. Min got ya ji erdnîgariyek biçûk hat, îdiayên wê mezin bûn. Ji bo Kurdistana ku her tim hesreta wê dikişand her tim têkoşîn da. Bê navber. Hem bawerî û hem jî berxwedana wê pêl bi pêl li Kurdistanê belav bû. Sakîne dema di girtîgehê de bû jî beriya bê qetilkirin jî dihat zanîn. Mînak tevgerên jinan ew nas dikir, aktîvîstan nas dikir, mirovan nas dikir. Ez pê serbilind bûm. Min nedigot em xizmên hev in. Sakîne li Tirkiye û Kurdistanê yek ji berxwedêrên mezin bû. Li girtîgehê bi gelek kesî re ma. Di heman demê de bandor li ser girtîgehên din jî kir. Li ser mirovan bandorek erênî kir. Bandor li ser jinên cîhanê kir.
 
* Hûn dikarin behsa kesayeta têkoşer a Sakîneyê bikin? Şoreşgerek çawa bû?
 
Hevalên wê baştir dikarin Sakînê vebêjim. Mînak ji malbatê Metîn dikare zêde wê vebêje. Lê çavdêriyên xwe yê derve û kiteyan dikarim kurt vebêjim. Sakîne jinek xweşik bû, jinek bi bandor bû, cilên xweşik li xwe dikir. Mînak digot ‘Ez ji reş nefret dikim. Li Rojhilata Navîn jin çarşefê û reş li xwe dikin’. Ez keniyam min got ez ji reş hez dikim. Lê ew ne wisa bû. Jinek wisa bû ku dikaribû bi cil û bergên rengê spî dikaribû biçe cenazeyekê. Jinek cuda bû pêşdaraz şikandibû. Ji bo jinên wê erdnîgariya biçûk bû mînak. Heta ji bo mêran jî bû mînak. Sakîneyê xwe da ser xeyalên xwe. Ev taybetiyek girîng e. Bi kêm kesî re ev taybetî hene.
 
* Di 9’ê Çileyê 2013’yan de Sakîne bi hevalên wê Leyla û Fîdanê re hatin qetilkirin. Piştî vê kurdan û hemû cîhanê serî hilda. Sakînê bandorek çawa li ser civakê kir û her kes ji bo wê rabû ser piyan?
 
Sakîne ruyê bindestan bûn, hêrsa ku mezin bibû teqand. Hêrsa jinan teqand. Her kesî hêrsa xwe bi Sakîneyê re anî ziman. Divê hinek caran hinek bedel bên dayîn. Êşê dide me em qebûl nakin lê bedel neyên dayîn xuyayeke tiştek jî nabe. Gelo tişta dibêjin bedel ev e? Sakîne li her parçeyê Kurdistanê bû qîrin, bû teqîn. Vegeriya tevgereke jinan. Ne tenê li Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê bandor li ser jinan kir. Sakîne ruyê bindest û kêmaran bû. Sakîne beyî ku navberê bide têkoşîna xwe bê navber bi sekna xwe ruya xwe berdewam kiriye.
 
Mirina van her sê jinan bi mirina sê jinên Komara Domînîkê re gelek dişibih hev. Dişibe mirina Rosa Luksemburg. Dewleta Tirk, hemû kujer, faşîzm, emperyalîzm û desthilatdarî ewil li jinan dikin. Ji ber jinan ji xwe re xetereyek mezin dibînin. Sakîne û hevalên xwe jî bi zanebûn hedef hatin girtin û qetilkirin.
 
* Sakîneyê li girtîgehê seknek bi heybet nîşan da. Li Tirkiyeyê yekem jina ku ji girtîgehê fîrar kiriye. Hûn dikarin hinek pêvajoya girtîgehê vebêjin?
 
Dema hat girtin ez li Tirkiyê bûm. Lê em ji berxwedana wê agahdar bûn. Ji ber şert û mercan ez neçûm girtîgehê. Lê me qertên wê digirtin. Heta çend caran gotin miriye. Li Ewropayê grevek mezin a birçîbûnê pêk hat. Ji Hollandayê heyetek çû Girtîgeha Amedê. Me agahî ji meta xwe digirtin. Me berxwedana wê dizanibû. Gelê Dêrsîmê, jinan û aliyên siyasî dizanibûn.
 
* Mîrateyek çawa ji jinan re hişt?
 
Ji jinan re berxwedan, bixwebawerî hişt. Serbixwebûn fêrî jinan kir. Jin bi nasnameya sosyalîst, femînîst re anî cem hev. Ji bo jinan mîrateyek xurt hişt. Cesaret da jinan ku pergala serdest ya mêr bişkînin. Sakîneyê dîroka 6 hezar salî pêşkêşî jinan kir.
 
* Herî dawî te kengê Sakîne dît? Hûn çi axivin?
 
Dem bi demî em dihatin cem hev. Li Almanyayê civînek hebû. Li wir min dît. Piştre li Hollandayê me hev dît. Hat mala min. Em tenê bûn. Em derketin derve çûn  li kafeyekê rûniştin. Min jê re got ‘em şarabê vexwin.’ Wê got ‘tu vexwe ez çayê vedixwim.’ Min got ez tenê nikarim vexwim, wê got ez hez nakim lê bi hezkriya xwe dikarim qedehekê vexwim. Lê xwezî wê demê min hinek din iskar bikira ji bo vexwarina şarabê. Me behsa malbatê kir. Me behsa xwe kir. Me rewşa hevalan axivî. Sakîne beriya bê qetilkirin çend roj berê li vir bûye (Hollanda). Hevalên wê gotin. Sakîne kesek bi dîsîplîn bû, paqij bû. Mînak sibehê saet di 05,00’an de radibû diçû meşê. Her tiştê wê bi rêk û pêk bû. Jinek narîn û delal bû.
 
* Daxwazek wê ya dixwest pêk bîne hebû? Ji çi hez dikir?
 
Sakînê her tim ji malbatê re digot; Vegerin Dêrsîmê. Sakîne evîndara Dêrsîmê bû. Bi bêrî dikir. Bêriya çiyayê wê dikir. Digot divê her kes vegere. Her tim hesreta Dêrsîmê di dilê wê de hebû. Her kes teşwîq dikir ku vegerin warê xwe.
 
* Di salvegera komkujiyê de hûn dixwazi çi bêjin?
 
Ez gelek bêriya wê dikim. Hebûna wê pir xweş bû. Li cihekî cuda jî bijiya, hebûna wê xweş bû û hêz dida me. Ev komkujiyek plankirî bû. Ev komkujiyeke bi hevkarî hatiye kirinê ye. Tercîhkirina Sakîneyê jî tu car ne tesaduf bû. Bi nasnameya gelek kêmariyê li Sakînê xistin. Ewil li jinan xistin, li Sakîneyê û hevalên wê xistin. Li Elewiyan xistin li Kurdan xistin. Li bindestan xistin.