Ji TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo jinên hatin qetilkirin merasîm

  • 15:32 8 Çile 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê û TJA'yê Sakîne Cansiz,  Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û 3 jinên li Sîlopiyê di 2016'an de hatin qetilkirin Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar bi bîr anîn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, li avahiya HDP'ê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, dayikên aştiyê, jinên rêvebrên HDP’ê yên bajar û navçeyan û aktîvîstên TJA'yê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de sînevîzyonên ku jinên siyasetmedar ên hatibûn qetilkirin vedigotin hatin nîşandan. 
 
Di bîranînê de parlamenter Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir ku dema gel ji bo azadî, demorasî û aştiyê tên gel hev pêvajoya darbeye tê amadekirin û ev pêvajo kesên ku li mafan digerin digire ber xwe û wiha got: “ Di sala 2013’an de bi Birêz Abdullah Ocalan re pêvajoyeke aştî û muzakereyê dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de bi ser MÎT’ê sûîqastek pêk hat û 3 jin hatin qetilkirin. Hedef pêvajoya aştiyê bû. Lê li gel vê yekê jî gelê kurd aştî û muzakereyan da berdewamkirin. Ji vê dîrokê ve em bi israr têdikoşin û em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
 Piştî Serpîlê, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî axivî û ev tişt got: “Heta îro ne pergal ne jî zilaman qet pêşiya jinê venekirine. Lê van her sê jinan destpêkê xwe azad kirin û piştre jî ji bo pêşiya têkoşîna jinên vebikin têkoşîneke mezin dan. Em di vê rêya ku wan vekiriye de berdewam bikin.”