Greva birçîbûnê ya Kobanê di roja 6'an de didome

  • 13:06 8 Çile 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Çalakiya greva birçîbûnê ya Kobanê di roja 6'an de didome. Jinên ku çalakî dewir girtin wiha gotin: "Em weke jinên Ereb bi dil û can piştgiriya xwe ji çalakiyên Bakurê Kurdistanê re nîşan didin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di roja 6`an li Qada Şehîd Egîd a Kobanê didome. Di roja 6`an de Meclîsa Malbatên Şehîdan ya navçeya Kobanê, navçeya Eyn Îsa yê, Qinê û bajarokê Sirînê dewir digirin. Weke hat payîn dê ev çalakiya ku bi armanca azadiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û piştgiriya bi girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyê û herêmê ku ketine greva birçîbûnê, siba di roja 7'an de bi dawî bibe. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrîn û bertekên xwe anîn ziman.
 
'Êdî bese ji dagirkeriyê re'
 
Ayşe Mihemed ku ji bajarok Sirînê ye piştgiriya xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk kiryarên xwe yên li ser herêmê û Bakurê Kurdistanê didomîne. Ji bo ku kiryarên dewleta tirk yên li Serêkanî, Girê Spî û Efrînê li Sirîn û Kobanê jî çênebin em beşdarî çalakiyê bûne, êdî bese ji dagirkeriyê re. Her wiha armanca me ya sereke şikandina tecrîda li ser rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan û ji bo azadiya girtiyên li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Em weke jinên Ereb bi dil û can piştgiriya xwe ji çalakiyên Bakurê Kurdistanê re nîşan didin."
 
'Paşguh kirina xwestekan binpêkirina mafên mirovan e'
 
Endama  Meclîsa Edaletê Xezal Şêx Ehmed bal kişand ser pergala dewleta tirk û wiha axivî: "Silav ji bo tevahî girtiyên di zîndanan de û em ê piştgiriya çalakiya wan bikin heta ku armanca me bi cih were. Ev 43 roj in ku grev didomin, lê heta niha jî xwestekên wan pêk nehatine. Ev yek jî asta binpêkirina mafên mirovan û nebûna demokrasiyê eşkere dike. Her wiha mirovahiya civaka navneteweyî jî diyar dike ku heta niha tu rêxistin ango dewletên ku bi mafên mirovan bang dikin helwesta xwe nîşan nedane."