Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 22'yan de didome

  • 09:10 8 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, bi koma 11’emîn di roja 22'yan de didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 11’emîn di roja 22'yan de berdewam dike.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê her roj ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin. Çalakvan bi stranên xwe yên dengbêjiyê çalakiyê dewlemend dikin.