‘Berxwedana 6 têkoşeran ji bo me nexşerê ye'

  • 09:07 8 Çile 2021
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên Wanê li ser têkoşîna 6 siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silopiyê hatin qetilkirin rawestiyan û gotin: "Dewletên serdest di serî de jinê hedef digirin û dixwazin rê li ber têkoşîna jinan bigirin. Lê divê bizanin berxwedana 6 têkoşeran ji bo me nexşerê ye."
 
Li Sîlopiya Şirnexê di 4’ê çileyê 2016’an de aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hat girtin, Fatma Uyar, Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir di qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin. Her wiha yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez di 9’ê çileyê 2013’yan de li Parîsê hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd çalakiyê bibîranînê didomin. Jinên ku têkoşîna siyasetmedarên jin li erdê nehiştin û berdewam kirin, der barê komkujiyê de axivîn.
 
‘Dewlet polîtîkayên dijminê jinê dimeşînin’
 
Rêvebera HDP’a Wanê Leyla Atsak bi lêv kir ku desthilatdariya mêr û zîhniyeta dewletê bi salane li dijî têkoşîna jinan êrîşê didomîne û bi taybet jî jinên li dijî zilmê têdikoşin hedef digirin. Leylayê da zanîn ku gumanbarên komkujiya Parîsê tên parastin û wiha pê de çû: “Li Parîsa Fransayê li ber çavê cîhanê jin hatin qetilkirin. Lê tu kesî li dijî vê komkujiyê deng dernexist. Ji ber ku ew jin kurd bûn. Hemû dewlet piştgiriyê didin polîtîkayên dijminê jinê. Di qetilkirina sê siyasetmedarên kurd de jî ev derket holê.”
 
‘Li hemû cîhanê zîhniyeta dewletan hemane’
 
Leylayê komkujiya Parîsê şiband qetilkirina Xwişkên Mîrabel û der barê mijarê de wiha got: “Xwişkên Mîrabel ji ber li dijî binpêkirinê şîdetê têkoşiyan hatin qetilkirin. Dema mirov dinêrin ji wê rojê heta niha zîhniyeta dewletan hemane. Jinên berxwedêr wek dijmin dibînin. Lê hemû jî jinên ku têkoşîna maf didine.”
 
‘Sakîne ji bo me nexşerê ye’
 
Leylayê destnîşan kir ku Sakîne bi pirtûka wê ya "Jiyana min her şer bû" nas kiriye û ev tişt anî ziman: “Hevala Sara di wir de lêgerîna azadiyê ya li dijî zîhniyet û feraseta mêr û dewletê digire dest, di esasê de di wir de ji me re nexşerêyekê diyar dike. Yên ew nas dikirin an jî pirtûka wê xwendibin bi awayekî têkoşîn nas kirine. Ez carek din di salvegerê de wê bi rêzdarî bibîr tînim. Em soza berdewamkirina têkoşîna wê didin.”
 
‘Têkoşîna jinên kurd li cîhanê hat nasîn’
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur jî destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi qetilkirina her 6 jinan negihiştine armanca xwe û wiha pê de çû: “Ev komkujî bi armanca darbekirina têkoşîna jinên kurd pêk hat. Lê ji her çar alî cîhanê jin rabûn ser piyan. Her kesî bûyer komkujiyê şermezar kir. Jinên ku belkî jî di jiyana xwe de  siyasetê nizanibûn tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûn."
 
‘Em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Edîbeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek jin bi şîdetê re rû bir û ne û wiha dawî lê anî: “Berê jinan serê şîdetê vedişartin. Lê niha bi têkoşîna jinên kurd re, tevî binçavkirin û girtinan, heta qetilkirinê jî têkoşîna xwe dimeşînin.”