Malbatên girtiyan: Ew berxwedan ji bo me hemûyan e

  • 09:05 8 Çile 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Çalakiya grevên birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyan hat destpêkirin berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de cih digirin bertek nîşanî bêdengiya civakê dan û banga piştgirî û xwedîlêderketinê kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkîyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdawî û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 9'an berdewam dike. Malbatên girtiyan ên li navçeya Licê ya Amedê dimînin banga piştgirî û xwedî derketinê dikin.
 
Ji van girtiyên ku di çalakiyê de cih girtine yek jê jî Sedat Baygeldî yê ku li girtîgeha tîpa H a Dîlokê dimîne ye. Sedat ê ku di koma 3'emîn a çalakiyê de cih girtiye di sala 2013’an de hatiye girtin û ji Amedê sirgûnê girtîgeha Dîlokê hatiye kirin. Dayika Sedat, Şykran Baygeldî  banga xwedî derketinê kir.
 
‘Ew ji bo me hemûyan li ber xwe didin’
 
Şukranê diyar kir ku ew ê wek dayika girtiyekî heta dawiyê têkoşînê bide û wiha got: “Îro ne tenê zarokê min di zindanê de ye. Piraniya zarokên me di zindanan de ne û mafên wan tê binpêkirin, tahde, zext û zilm li wan tê kirin. Zarokên me yên ku li hemberê wê zilmê serî natewînin îro bedena xwe dane ber mirinê. Ew tenê ne ji bo xwe di berxwedanê de ne, di heman demê de ji bo me hemûyan di berxwedanê de ne. Xwedîderketina li çalakiya wan ji bo me berpirsyariyek e.   Me wek dayikan di çalakiya greva birçîbûnê ya ewilî de jî têkoşînan dabû , em ê îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Ez heta dawiyê li pey doza kurê xwe û ya hemû girtiyên sîyasî me. Bila êdî malbat dawî li bêdengiya xwe bînin û li zarokên xwe xwedî derên. Daxwazên zarokên me daxwazên rewa ne û divê werin qebûlkirin. Erka me ya malbatan jî li şûna tirs û bêdengiyê xwedîderketina li çalakiya wan e."
 
‘Rêya wan rêya rast e’
 
Şukranê got ku lawê wê du sal berê jî ketibû greva biçîbûnê û wiha axivî: “Lawê min di çalakiya sala 2018-2019'an  de jî 90 rojî di greve de mabû. 90 roj ne hindike. Piştî ku grev bi dawî bû ez çûm hevdîtina lawê xwe laş û organê wî kul û birîn bibûn. Lê wî birînên xwe ji bo ku nebînim vedişart. Lê min jê re got 'lawo ew rêya heqe ku tu têde yî, ne rêyek ne heq e'. Wê çaxê gelek girtî pêrîşan bibûn lê lawê min ji ber ku kezeba wî av digirt gelek pê zor hatibû. Niha jî di greve de ne û ez dizanim ku dîsa kezeba wî diêşe lê ew têkoşîneke mafdar dide û heta dawî li pişt wî me. Ew pêngava ku niha dest bi greve kirine dîsa rêya hemûyan e. Li dijî vê zilmê ji bo girtî û tecrîdê çareseriyek mayînde divê.”
 
 ‘Bi 2-3 dayikan ew têkoşîn nameşe’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jixwe şert û mercên girtîgehan tên zanîn. Ne di aliyê xwarinê de û ne jî jî aliyê paqijî û hîjyenê de tiştek heye. Dema kurê min bi telefonê digere, ji min re dibêje  'yadê hûn çima li cihê xwe sekinîn e' lê belê ez bi tena serê xwe rabim bi ku ve biçim. Lazim e ku em hemû dest bidin destê hev ji bo çalakiya wan bi ser keve li ber xwe bidin. Bi 2-3 dayikan ew têkoşîn nameşe. Loma divê hemû dayik û kesên xwedi wîjdan û edaletê hene rabin ser piyan.”
 
Mehmet Şîrîn Polat jî 5 sal in di girtîgeha tîpa D ya Amedê de dimîne û di çalakiya girevên birçîbûnê di koma 5’yemîn de cih girtiye. Dayik Şîrîn Şanaz polat  bertek nîşanê bêdengiya li hember çalakiya grevên birçîbûnê da.
 
'Gotin qediya ye'
 
Şanaz anî ziman ku tahde û zilma li ser girtiyan naqede û ev tişt anî ziman: "2 sal berê jî grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Wê demê jî hem girtî pêrîşan bibûn hem jî em wek dayikan êdî kezeba me şewitîbû. Ew di zindanê de birçî bûn û ji ber wê me jî nikaribû parîyeke xwarin bixwin. Kurê min 6 mehan di grevê de mabû. Niha dîsa grev heye û kezeba min dişewite. Êdî em çi bêjin nizanim, êdî gotin qediya ye. Tu  gotin êdî nikare êşa me pênase bike. Em bi salan e li benda zarokên xwe me. Kurê min bê sûc hate girtin. Kurê min ji bo ku ez xemgîn nebim qal nake. Lê ez dizanim ku di rewşekê gelek giran de ye."
 
'Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin'
 
Şanaz di dawiyê de banga hestiyarî û xwediderketinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin û ji wî eziyetî xilas bin. Bila deriye zindanan bê vekirin. Dayik dê heta kengê bi hesreta zarokên xwe bimînin. Tecrîd ne tenê li ser girtyan e. Em hemû di bin tecrîdê de ne.  Bila kurdên me êdî şiyar bibin û xwedî li girtiyan derkevin. Êdî ji vê zilm û tahdê re bes e. Em aştiyê dixwazin. Hemû girtî zarokên me ne. Ew bêdengî me malbatan zêdetir diêşîne."