Ji bo bîranîna 3 jinên siyasetmedar şevbihêrk hat lidarxistin

  • 08:22 8 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Hesekê û bi tevlîbûna jinên welatparêz şevbûhêrka bîranîna 3'ê jinên siyastemedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hat lidarxistin.
 
Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Qetilkirina Sakîne û rêhevalên wê bandorek mezin li pey xwe di dilê her jinekê de hişt. Doh bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna bi dehan dayikên welatparêz ku di salên 90'î de têkoşer Sara dîtine û tevlî hebûna zextên Rêjîma BAAS'ê kar û xebat ji bo avakirina civekak azad û demokrat didan meşandin, şevbûhêrka bîranîna her 3  têkoşeran Sakîne, Leyla û Fîdan li  Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê ya taxa Miftî li dar xistin. 
 
'Sakîne hêz, îrade û cesaret di dilê her jinekê de ava kir'
 
Yisra Ilyas ku di salên 90'î de Têkoşer Sakîne Cansiz (Sara) dîtiye da zanîn ku her jineke têkoşer Sara didît hînî îrade, hêz, cesaret û jiyana azad dibûn û wiha domand:" Lewma îro em bi hev re wê bi bîr tînin û behsa jiyana wê dikin. Di salên 90 'î de min şehîd Sara li Dêrikê dît, dema min wê dît eşqa jiyana azad di dilê min de kûrtir bû. Sakîne ji bo gelên bindest û rizgarkirina tevahî jinên li cîhanê têkoşiya.Em jî wekî jinên Rojava me pir hêz jê girt û ji bo azadiya civakê kar û xebat li ser fikir û Felsefeya Rêber Apo, da meşandin. Ruxmî hebûna zextên Rêjîma BAAS'ê ya li ser Gelê Kurd, me kar û xebat da meşandin. Îro jî ev deskeftiyên Şoreşa Rojava hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, bi têkoşîn û berxwedana Sara û rêhevalên wê ye. Em îro dema deskeftiyan dibînin em pir kêfxweş dibin ku keda ku me da meşandin bi şehîd Sakîne bi encam bû."
 
'Em ê xwedî li mîrasê jinên têkoşer derkevin'  
 
Fatma Osman bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xwedî li keda ku bi salan tê meşandin derkevin û deskeftiyê Şoreşa Rojava bi yekîtî û berxwedana xwe bidomînin û  got: "Xeta ku berxwedêr Sakîne û rêhevalên wê hilbijartin, xeteke pîroz  e. Bi berwedan û têkoşîna xwe mîrasek giranbuha ji tevahî jinên cihanê re hiştin. Ew mîras jî îro di şexsê jinên berxwedêr Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde, Zehra, Zîlan, Barîn û Leyla Guven tê parastin. Îro em şehadeta fermandara me Sakîne û rêhevalên wê bi bîr tînin û em soz didin heta dawî jî em ê ji bo azadiya hemû jinan û civakê têbikoşin."
 
Paşê şevbihêrk bi gotina stranên şoreşgerîyê yen  ser pakrewanan a ji aliyê Fatma Osman û hunermend Sema Xelîl ve bi dawî bû.