FEDA komkujiya Silopî û Parîsê şermezar kir

  • 15:33 7 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a FEDA'yê têkilî komkujiya li Silopî û Parîsê daxuyanî da û komkujiya li Silopî û Parîsê şermezar kir. 
 
Meclîsa Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) derbarê sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatin qetilkirin û têkildarê Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ku 4'ê çile ya 2016'an li Silopya hatin qetilkirin daxuyaniyek dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez ku 9'ê çile ya 2013'yan li Parîsê û ji bo Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir ku 4'ê çile ya 2016'an hatibûne qetilkirin ji bo hemû jinan derkevin qadan, gotina xwe bibêjin. Komkujî ne qedera me jinan e. Rapirsîna sedemên komkujiya jinan û astengkirina komkujiyan her çendî berpirsyariya jinên ji hemû derdorê jî be, herî pir me jinên elewî eleqedar dike.
 
Tişta ku çeteyên DAÎŞ'ê bi serê jinên êzîdî de anîn ji bîra me ne çû ye. Ji bo yê ku yên qencî, xweşikî û rastiyê diparêzin jin in li bazarên koleyan têne firotin, tundî li wan tê kirin. Ji bo ku lê difikirin ku jinê bixin wê civakê jî bixin, Ceylan Onkol, Gulîstan Doku, lêgera heq û dadê Ebrû Tîmtîk hatin qetilkirin. Bedena bêrih a Ekîn Wan hate teşhîrkiin, cenazeyê Yadê Taybet heft rojan li kuçeyan bi hêviya rizandinê ve hate hiştin."