TJA'yê derbarê Felat Aygoren de daxuyanî da

  • 14:18 7 Çile 2021
  • Rojane
AMED -TJA'yê derbarê Hevşaredarê Pîranê Felat Aygoren ê ku li dijî pergala hevserokatiyê tevgeriya de daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Zîhniyeta ku têkoşîna azadiya jinê fam neke û şaredariyan tenê ji bo xwe wekî qada îqtîdarê û rantê bibîne teslîmî rejîma qeyûm bûye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Felat Aygoren ê ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de di bin banê tifaqa Kurdistanî de namzed hat nîşandan û bû Hevşaredarê Pîrana Amedê ku li dijî pergala hevserokatiyê tevgeriya daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê diyar kir ku ew dest ji têkoşîna azadiya jinê û pergala hevserokatiyê berndandin û anî ziman ku şaredariyên gel ên di bin zorê de hatin xespkirin bi kedeke mezin paşve hatine girtin. 
 
'Tifaq sekneke ku hêvî dida bû'
 
TJA'yê diyar kir ku li dijî hemû lîstik û astengiyan îqtîdara AKP'ê nikaribû bi îradeya gel û bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a ji bo jinê azadîxwaz di rêveberiyên herêmî de tevlibûna jinan derket asta herî jor. TJA'yê got ku di sala 2019'an de bi pergala hevserokatiyê tevli hilbijartinan bûne û got, “Têkoşîna ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîna li dijî pergala serdest ya mêr, koletiya jinê û têkoşîna jiholêrakirina hiyarerşiyê ye. Her pergala ku jin bi awayê azad di nav de cih negire mahkûmê windakirinê ye. Di dema hilbijartinên xwecihî yên 31'Adara 2019'an d tifaqa Kurdistanî hatibû avakirin. Lê ev tifaq tenê ne ji bo hilbijartinê bû, di heman demê de sekneke ku hêvî dida civakê bû. Tifaq di heman demê de hewldaneke li dijî bê siyasethiştin, zordestî û tundiya li ser Gelê Kurd bû. Tifaq xwedî wateyeke dîrokî bû."
 
'Gel dengê xwe neda Felat Aydogan da, tifaqa kurd'
 
TJA'yê anî ziman ku xebatên yekitiya neteweyî ji bo TJA'yê gelek girîng û jêneger in û got ku ew di tevahiya vê pêvajoyê de hesas tevgeriyane, ew ê vê hesasiyeta xwe bidomînin û di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt got, "Tevgerîna bi serê xwe ya endamê tifaqa Kurdistanî Hevşaredarê Pîranê Felat Aygoren ê ku hem ji HDP'ê îstîfa kir û êdî ne aîdê partiya xwe ye  neyê qebûlkirin nayê qebûlkirin.  Lê Felat Aydogan ê ku pergala hevserokatiyê di serî de qebûl kir bêrêziyeke mezin kir û hevala me ya hevşaredar ji peywirê dûr xist.  Ji ber vê jî divê şêniyên Pîranê vî kesî ji bo xwe îrade nebînin û pê bawer nebin."
 
'Wê jin serî ji zîhniyeta we ya mêr re netewînin'
 
TJA'yê diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna azadiya jinê bernedin û wiha got: "Kesên dijminên jinan, dijminên îradeya gel ku bi zîhniyeta qeyûm tevdigerin bila bizanibin ku wê jin dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û wekî duh îro jî em li hemberî zilma îqtîdarê serî natewînin û têkoşîna xwe bidomînin.  Bila Îqtîdara AKP'ê û kesên ku wê diparêzin bizanibin ku wê jin serî ji zîhniyeta mêrê serdest re netwînin."