'Em ê li ser şopa Sakîne, Fîdan û Leylayê têkoşînê bidomînin'

  • 14:17 7 Çile 2021
  • Rojane
MEREŞ - Ji sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan, li ser gora xwe ya li navçeya Elbîstanê hat bibîranîn. Parlamentera HDP'ê ya di bîranîne de axivî wiha got:"Em ê li ser şopa Sakîne, Fîdan û Leylayê têkoşînê bidomînin."
 
Siyasetmedara jin a Kurd Fîdan Dogan a li paytexta Fransa Parîsê bi siyasetedarên Kurd Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re, di 9’ê Çileya 2013’an de hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a girêdayî navçeya Elbîstan a Mereşê hat bibîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û xizmên Dogan beşdarî bîranînê bûn. 
 
Esker û polîsan berî bîranînê, tax û goristan kirin dorpêçê. Eskeran bi dronê bîranîn şopandin. 
  
Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi ser komkujiya li Fransayê pêk hat re sal derbas bûn. Lê hîna jî ev komkujî nehatiye ronî kirin. Di warê hiqûqî tu gavên şênber nehatin avêtin. Qatil nehatin aşkerekirin. Ev komkujî bi awayekê plankirî li ber tevahiya çavên cîhanê pêk hat. 3 şoreşgerên jin li Parîsê hatin qetilkirin. Divê rayedarên Fransa yên wê demê xwe berpirsiyarê vê komkujiyê bibînin. Têkoşîn û sekna Sakîne, Fîdan û Leyla, hêzek mezin da têkoşîna gelê kurd. Em ê li ser şopa wan her daîm têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê li ser şopa Sakîne, Fîdan û Leylayê têkoşînê bidomînin.”
 
Girseyê piştî axaftinê qerenfîl danî ser gora Fîdanê û piştî bîranînên dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir.