'Em ê mîrateya Sara û Sêvê bi rûmetî hilgirin'

  • 13:46 7 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê di daxuyaniya têkildarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parisî hatin qetilkirin de bal kişand ser nedarizandina bersûcan a di nava 8 salan de. Di daxuyaniyê de peyama "Em ê mîrateya Sara û Sêvê bi rûmet hilgirin" hat dayin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê ji bo 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin li terasa avahiya HDP'ê ya Enqreyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ew ê têkoşîna jinê ya ji Sêvê heta Sarayan li qadan be" hat hilgirtin. 
 
'Ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Sîncanê Fatma Kiliçaslan da zanîn ku 3 jinên siyasetmedar ên kurd ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin û wiha got:"3 sal şûnde ji aliyê heman hêzên tarî ve vê carê li Silopiya Şirnexê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Ne tirkiye ne jî Firansayê ji bo ev komkujî bê ronîkirin gav neavêtin. Ji ser dijminatiya kurdan dixwazin rantên siyasî bi dest bixin. Bi vê yekê tevgera azad a jinê hedef tê girtin. Li dijî komkujiyan em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin. "
 
'Em jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin'
 
Fatmayê wiha domand:"Tirkiyeya ku dîroka xwe bi komkujiyan dinivîse bi taybet lidijî têkoşîna jinê êrişên hovane pêk tîne. Jinên siyasetmedar ên kurd li kolanan qetil dike, cenazeyên wan teşhîr dike, îşkenceyê li bedana wan dike. Ew ê aqilê mêr dewletê yê li dijî têkoşîna me disekine winda bike. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ew ê têk biçe û ew ê îradeya jinê bi ser bikeve. Em jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên  "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxedana jinan" bi dawî bû.