Li Mexmûrê koma 11’emîn greva birçîbûnê dewir girt

  • 13:39 7 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, koma 11’emîn çalakî dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanunê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 11’emîn dewir girt. 
 
Ji koma 10’emîn çalakvan Bapîr Gundikremo axivî û got: "Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ku dest pê kirî ji bo bigihije armanca xwe li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya girtiyên azadiyê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Bê guman tenê bi vê çalakiyê em nagihin armanca xwe, di vê di her alî de em rabin ser xwe û bêdengiya xwe bişkênin. Divê em hevalên xwe yên li zîndanan tenê nehêlin. 
 
Gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistan û Avropa bêdeng e, bêdengiya we zererê dide û  me bi tenê ne hêlin. Divê bi ruhekî berxwedanî em hevdu bigirin û li hevdû xwedî derkevin. Êdi ku dem hatiye divê em serokatiya xwe bi awayek fizîkî di nava xwe de bibînin. Careke din em serkeftinê ji bo hevalên xwe yên koma 11’emîn dixwazin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" , "Bijî berxwedana zîndanan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.