Nûçeya Sakîne Cansiz ji aliyê Facebookê ve hat sansurkirin

  • 10:50 7 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Facebookê têkildarî nûçeya siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz bi gotina "ne li gor standartên civakê ye" nûçe sansur kir. 
 
Facebookê nûçeya me ya bi navê "Sakîne navê rapêrina ji porên sor tê xwarê ye" ya têkildarî siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin ji aliyê platforma medyaya civakî Facebookê hat sansurkirin. 
 
Facebookê sansur wiha pêk anî:"Şandeya we ne gor standartên civakê ye. Şandeya we ji we pêv kesek nikare bibîne."