Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 42'yemîn de ne

  • 09:11 7 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 42'yemîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 9'an kete roja 42’yemîn 
 
 Girtiyan destnîşan kirin ku niha 120 girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome û gotin: "Divê li dijî faşîtmê xeta hevpar a têkoşînê bê avakirin. Heta ku nebe dereng divê her kes bikeve nava hewldanan."