Ji bo 'yekîtiya neteweyî' banga beşdariya ji bo meşê

  • 09:10 7 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Ji bo meşa "yekîtiya neteweyî" ya ew ê sibehê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bê lidarxistin bang hat kirin. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli got:"Em beşdarî meşê bibin û dengê xwe bilind bikin."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li dijî aloziya tê xwestin li Başûrê Kurdistanê di navbera kurdan de bê gurkirin ew ê sibehê li Wanê meşeke girseyî li dar bixe. Berî meşa ew ê li Parka Feqiyê Teyran bê lidarxistin li kuçeyan û li ser medyaya civakî DBP'yan gotin "Yekîtiya me azadiya me ye" û gel vexwend meşê. 
 
‘Hêzên emperyalîst kurd kir çar parçe’
 
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli diyar kir ku wan xwestiye meşa berê li Şirnexê li dar xistine niha li Wanê li dar bixin û got:"Ev bi sedan salane gelê kurd bi hev re jiyaye lê belê hêzên emperyalîst kurd kir çar parçe."
 
'Em feraseta dibe sedem kurd bi hev bikevin şermezar dikin'
 
Gulderenê da zanîn ku tê xwestin kurd ji hevdu qut bibin û wiha domand:"Bi salan hebûn, nasname, ol, ziman û çanda kurdan hatin înkarkirin. Em bawer dikin ku heger yekîtî pêk were ew ê kurd azadiyê bi dest bixin. Em feraseta dibe sedem kurd bi hev bikevin şermezar dikin û em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin."
 
Banga ji bo meşê
 
Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û parlamenterên herêmê ew ê sibehê saet di 12.30'an de li Parka Feqiyê Teyran a li ser Kolana Cumhuriyetê ew ê meş bê lidarxistin. Gulderenê ji bo meşa ew ê sibehê bê lidarxistin bang kir û got:"Em di nava çi şerdê de be bila be em beşdarî çalakiya meşê bibin û dengê xwe bilind bikin."