'Bi rihê têkoşîna Sakîneyan dê navenda Jineolojîyê bê vekirin'

  • 09:01 7 Çile 2021
  • Rojane
Hesna Mihemed 
 
ŞEHBA - Endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Efrînê Zahîde Mamo di derbarê amadekariya vekirina navenda Jineolojîyê ya li Şehbayê de axivî. Zahîdeyê wiha got:"Vekirina navenda Jineolojîyê çareseriya pirsgirêkên jinê û civakê ye. Bi rihê têkoşîna Sakîneyan dê navenda Jineolojîyê bê vekirin."
 
Jineolojî ango zanista jinê yekem car Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2008'an de di pirtûka xwe ya Civaknasiya Azadiyê de anî ziman. Her wiha wateya Jineolojîyê ji peyva jinê tê û li ser esasê jin ne azad be, civak jî ne azad e derket holê. Her wiha  ji xwe re azadiya jinê bingeh digire û mijarên pirsgirêkên zayendîyê digire dest û li ser çareseriya wan dihizire. 
 
Di nava rewşa koçberî û zehmetiyan de jî Komîteya Jineolojîyê ya herêma Efrînê li Kantona Şehbayê amedekariya vekirina navenda Jineolojîyê dike. Ev navend di 9'ê Çileya 2021'an de ango di salvegera şahadeta hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de wê were vekirin. Têkildarî girîngiya hebûna navenda Jineolojîyê ya li kantona Şehbayê, Endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Efrînê Zahîde Mamo nêrîna xwe parve kir.
 
'Li Efrînê kar û xebatên Jineolojiyê dihatin kirin'
 
Zahîdeyê girîngiya hebûna Komîteya Jineolojîyê ya li Efrînê wiha nirxand: "Navenda Jineolojîyê li Kantona Efrînê hatibû vekirin. Ev komîte bi rewşa cîvak, pirsgirêk, perwerdekirina jin, mêr û zarokan re eleqeder dibû. Li gel vê yekê lêkolîn li ser cihên şûnwar û cihên dîrokî yên girêdayî jinê dihat kirin. Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin hemû şêniyên li wan herêman koçber bûn. Her wiha kar û xebatên Jineolojîyê jî hate rawestandin. Me li Şehbayê jî kar û xebatên xwe dida meşandin û di dibistanan de babetên Jineolojîyê dihat dayîn." 
 
'Jineolojî azadiya jinê mîsoger dike'
 
Zahîdeyê diyar kir ku di nava koçberiyê de pêwistî bi vekirina navenda Jineolojîyê heye û wiha got: "Di nava koçberiyê de jiyan zehmet e, lê şêniyên Efrînê li dijî zehmetiyan xeta berxwedanê hilbijartin û roj bi roj hemû sazî û dezgehên xwe li kampan vekirin. Niha jî pêwistî hat dîtin ku Komîteya Jineolojîyê di nava koçberan de were avakirin, ji ber di nava ewqas mercên zehmet de pirsgirêkên civakî û bi taybet ya jinê derdikevin. Loma em dikarin bi zanista jinê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Erk û mîsyona Jineolojîyê ew e ku zanista jinê di nava civakê de bide rûniştandin û çareserîyê ji pirsgirêkan re bibîne. Her wiha jin her roj rastî êrîşên kesayetî û derûnî tê, loma Jineolojî dikare bi zanista xwe van pirsgirêkan ji holê rabike. Her wiha di nava civakê de Jineolojî astengiyên jinan dide naskirin, di derbarê jinê de lêkolinên berfireh çêdike û azadiya jinê mîsoger dike."
 
'Bi rihê têkoşîna Sakîneyan dê navenda Jineolojîyê bê vekirin'
 
Zahîdeyê da zanîn ku ew ê di 9'ê Çileya 2021'an de ango di salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de li Şehbayê navenda Jineolojiyê vebikin û got: "Wê navenda me di 9'ê Çileya 2021'an de ango di salvegera şehadeta her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de were vekirin û em ê bi dilsoziyeke mezin kar û xebatên xwe hembêz bikin. Armanca me di vê rojê de ew e ku em van jinên şoreşger, siyasetmedar û têkoşer di her kêliya jiyana xwe de bidin jiyîn, ji ber wan ji bo azadiya jinê têkoşînek mezin meşandin û heta dawiya jiyana xwe ji bo jinê têdikoşiyan. Bi komployek mezin ev her sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan û xwestin di şexsê wan de vîna jina azad biçewîsinin. Tu caran dijmin nagihêje armanca xwe ji ber em bi avakirina komîteyên wiha bersiv didin komploya dijmin."
 
'Em ê bi dilsoziyek mezin Jineolojîyê hembêz bikin'
 
Zahîdeyê destnîşan kir ku armanca wan ew e ku xwe bigihêjînin tevahî jinan û rêya çareseriyê ava bikin û wiha anî ziman: "Ev navend şêniyên Efrîn û Şehbayê di nava xwe de dihewîne. Hewildana me heye ku em xwe bigihênin hemû pêkhateyên civakê bi taybet jinên ku rastî bindestî û pirsgirêkan tên. Her wiha em di derbarê mijarên cur be cur de lêkolînên berfireh çêdikin. Armanca me ew e ku em ji tevahî jinan re bibin rêya çareseriyê da ku em bi hev re jiyana rast û wekheviyê ava bikin.