ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 7 Çile 2021
  • Rojev
*Endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Efrînê Zahîde Mamo di derbarê amadekariya vekirina navenda Jineolojîyê ya li Şehbayê de axivî. Zahîdeyê wiha got:"Vekirina navenda Jineolojîyê çareseriya pirsgirêkên jinê û civakê ye. Bi rihê têkoşîna Sakîneyan dê navenda Jineolojîyê bê vekirin." DÎMEN HEYE
 
* Ferha Akbulut li dijî Kompolaya Navnetewî tevlî têkoşînê dibe û ev tişt jî bi tewayî jiyana wê diguherîne. Ji bo Ferhayê êdî rawestandin tunebû û her qadên jiyanê ji bo wê bibû qadên têkoşînê. Ferhan wiha dibêje: "Şikandina tecrîtê tê wateya azadiya hemû gelan. Tenê em bi yekitiyê em dikarin bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almaz diyar kir ku li ser malbatan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin û got: "Bi saetan malbatan li ber deriyê morgan didin hiştin, cenazeyan li goristana bêkesan defin dikin û bi vê re îşkenceya derûnî li malbatan dikin. Tevî van yekan jî hêzên dewletê gefan li malbatan dixwin. Lê em malbatan qet bi tenê nehêlin û heta dawiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” BI DÎMEN
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona  Hesekê Evîn Paşo teqez kir ku têkoşer Sakîne Cansiz rêya jiyanek bi wate li pêşiya jinan vekir û got:"Xeta berxwedana Sara û rêhevalên wê di şexsê rêheval Leyla Guven de dewam dike." DÎMEN HEYE
 
*Emîne Bozkurt diyar kir ku yek ji sedemên tayînkirina qeyûman a ji bo STO’yan ev e ku, jinan ji nû ve derxin derveyê jiyanê. Emîneyê daxuyakirin ku piştevaniya jinan bi qeyûman naqede.
 
*Li qûntara Çiyayê Cudiyê ava qirêj a kanên komirê, tevlî Newala Nerdûşê dibe û avê qirêj dike. Gundiyên gundê Avgamasiya bertek nîşanê rewşê dan û anîn ziman ku ji ber newala Nerdûşê qirêj diherike nikarin karê ajalvaniyê bikin û banga çareseriyê kirin.  DÎMEN HEYE
 
*Sakîne Cansiz a di dilê xwe de azadî, berxwedan, humanîzm, çareserî û hezkirin nexş kirîbû, di riya azadiyê ya dimeşiya de, jiyana bi jinan re bi kar û xebatên xwe nîşan da. Niha kî wê bikaribe vebêje ku jiyan tenê ne fîzîkî ye…
 
*Ji bo meşa "yekîtiya neteweyî" ya ew ê sibehê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bê lidarxistin bang hat kirin. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli got:"Em beşdarî meşê bibin û dengê xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya konê grevê ya li Kobanê ew ê bidome.  (11:30)
 
*Dê îro mêrê zarok û jina pê re zewicî bû qetil kir li Kobanê ji aliyê gel ve bê darizandin. (13:30)